Xelatên pêşbirkên Şehîd Mazlûm a Kedê û şehîd Îsam Ebdullah hatin belavkirin

Bi boneya salvegera 125'emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekitiya Ragihandina Azad a Qamişlo şahiyek li dar xist, tê de xelatên Pêşbirka Şehîd Mazlûm Bagok a Kedê û Pêşbirka Şehîd Îsam Ebdullah belav kirin.

Xelatên pêşbirkên Şehîd Mazlûm a Kedê û şehîd Îsam Ebdullah hatin belavkirin
27 nîsan, 2023   20:22
QAMIŞLO

Di şahiyê de rojnamevan û malbatên herdu şehîdan Mazlûm û Îsam beşdar bûn.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) her sal di 22`yê Nîsanê de xelatên Şehîd Mazlûm Bagok ên Kedê li rojnamevanan belav dike.

Ji ber ku Roja Rojnamegeriya Kurdî ya îsal di cejna Remezanê de bû, yekitiyê şahiya belavkirina xelatan dereng xist.

Şehîd Ehmed Sado (Mazlûm Bagok) sala 1992'yan li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye ku ew jî yekemîn rojnamevanê şehîd e ku di 2014'an de dema ku şerê li dijî DAIŞ'ê dişopand şehîd bû.

Şehîd Îsam Hesen Ebdullah jî sala 1983'yan li bajarokê Abra yê navçeya Çilaxa ya Qamişlo ji dayik bûye. Di 2012'an de tev li çalakiyên şoreşa 2012'an bûye û di karê ragihandinê de cihê xwe girt. Di şeva 19'ê Mijdara 2022'yan de jî dema ku ji bo ajansa me wek nûçegihan topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Teqil Beqil ê navçeya Dêrikê ya Qamişlo dişopand, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

/ar/uploads/files/2023/04/27/190829_malfa.webp

Hevseroka YRA`yê Malva Elî bixêrhatina beşdaran kir û rojnamevanên ku ji bo eşkerekirina rastiyê şehîd bûne bi bîr anîn. Her wiha xebat û keda hemû saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo pêşxistina ragihandinê û veguhastina dengê rastiyê li seranserî cîhanê silav kir.

Her wiha, ji Misirê ji aliyê nivîskar Neşet El Misirî, rojnameger Neşwa Fewzî, serokê edîtoriya rojnameya El Ehram Mihemed HÎlal peyamên pîrozkirinê şandin û Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kirin û hêvî kirin ku pêşketinên pêk werin ku ximzeta doza gelê Kurd dikin. 

Di şahiyê de navberên hunerî ji aliyê şanoger Şevzan Mehmûd ve hatin pêşandan, ku tê de bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya rojnamevanan derdikevin.

XELAT

Piştre, xelatên Pêşbirka Şehîd Îsam Ebdullah hatin belavkirin, xelat ji bo rojnamevan Laleş Ebdurehman (baştirîn belgefîlm), Zana Elî (baştirîn rapora nûçeyan), Fîras Îbrahîm (baştirîn wêne), Şêrîn Hesen (baştirîn bernameya radyoyê) û Şevzan Mehmûd (baştirîn madeya li ser medyaya dîjîtal)

Sorgul Şêxo (baştirîn nûçeya jin), Sulnar Mihemed (baştirîn rapor-analîz), Alan Meîş (baştirîn bername) û Ronak Şêxî (baştirîn nûçeya-televîzyonê).

Piştre Xelata Kedê ya Şehîd Mazlûm Bagok li van rojnamevanan hat belavkirin: Ehmed Mihemed, Cûma Ekaş, Ebdurehman Mihemed, Delîl Dogan, Derav Ala, Sozdar Ehmed, Newroz Reşo,Lîlav Hesen. Xelata Wêrekiyê jî para van rojnamevanan bû: Şehîd Îsam Ebdullah (xelat radestî malbata wî tê kirin), Mihemed Ceradê, Mihemed Mistefa, Dicle Ehmed.

Xelata Kurdistanî ji bo rojnamevan Serdar Goyî hat dayîn.

Ji ber xebatên wan di warê ragihandinê de, Radyo Rojava jî hat xelatkirin.

(mh/şx)

ANHA