Derase ji bo mewsima çinînê tên amadekirin

Beriya destpêkirina mewsima çinînê xwediyên deraseyan dest bi sererastkirina deraseên xwe kir û daxwaz kirin ku beriya dest bi çinînê dikin mazot bê peydakirin û heqdesta xebatên wan li gorî lêçûnan bê diyarkirin.

Derase ji bo mewsima çinînê tên amadekirin
28 nîsan, 2023   06:28
HESEKÊ – HINAR ÎBRAHÎM

Bi nêzîkbûna çinîna genim, nîsk û ceh re, xwediyên deraseyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi amadekirina deraseên xwe, sererastkirina wan û peydakaran karkerên pêwîst kir.

Her sal di vê wextê de xwediyên deraseyan dest bi amadekirina wesayîtên xwe dikin ji bo ku di mewsîma çinînê de amade bin ku dê piştî 15`ê Gulanê dest pê bike. Destpêkê wê nisk û ceh, piştre genim biçinin.

Xwediyên deraseyan, parçeyên wê zeyt dikin, parçeyên xirabe sererast dikin û yên xirab bûne jî bi yên nû diguherînin.

Welatiyê bi navê Osman Hec Silêman ê ji Hesekê ku xwediyê deraseê ye ji ajansa me re got: "Me ji mehekê ve dest bi çakkirina deraseyan kiriye, lê belê her sal nirx û lêçûn li gor dolar û destheqê karkeran zêdetir dibin û kirêya deraseyan jî wek xwe dimîne."

Hec Silêman bang li Rêveberiya Xweser kir ku kirêya deraseyan diyar bike da ku qezenc û xesarên xwediyên deraseyan û cotkaran wekhev be, her wiha mazotê berî mewsima çinînê peyda bike da ku mewsima îsal bêpirsgirêk derbas bibe.

(mh/şx)

ANHA