​​​​​​​Xelkê li Şehbayê di tariyê de ye

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê, li Şehbayê jenerator hatine rawestandin û kehrebe bi temamî ji ser koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê qut bûye.

​​​​​​​Xelkê li Şehbayê di tariyê de ye
28 nîsan, 2023   07:04
ŞEHBA

Di encama dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê de ku nahêle gelek made û sotemenî bikevin herêmê, hemû jeneratorên ku kehrebeyê didin kantonê, sekinîn.

Li herêmê sotemenî nemaye, ji lew re jenerator hatine rawestandin û ji duh êvarê de xelkê li herêmê di tariyê de ye.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Efrîn û Şehbayê demek berê saetên dayîna kehrebeyê ji 4 saetan daxistibû 2 saetan û duh bi daxuyaniyekê hişyarî dabû ku hemû jeneratorên li herêmê werin rawestandin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehbayê jî duh daxuyaniyek dabû û hişyarî dabû ku ji ber dorêçê dibe ku li herêmê karesateke mirovî rû bide. Her wiha bang li aliyên hiqûqî kiribû ku dawî li dorpêçê bînin û bi taybet madeyên mazot û ard tavilê derbasî herêmê bikin.

(c)

ANHA