​​​​​​​Krîza Sûdanê di demeke nêz de bi dawî nabe

Li Sûdanê ji destpêka nakokiya çekdarî di navbera fermandarê Artêşa Sûdanê û serokê meclisa serdestiyê Ebdulfetah El Burhan û cîgirê wî ku fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn e Mihemed Hemdan Deloq (Hemdîtî) de geşedanên bi lez rû didin.

​​​​​​​Krîza Sûdanê di demeke nêz de bi dawî nabe
25 nîsan, 2023   03:24
QAHÎRE-MUHSIN EL MISIRÎ

Dema ku şerên çekdarî li paytexta Sûdanê Xartûm didomin, piraniya dewletan nûnerên xwe yên dîplomasiyê vekişandin. Wezareta Karên Derve ya Misirê ragihand ku endamek balyozxaneyê li Xartûmê rastî êrişa guleberandinê hatiye. Her wiha li dijî karwanekî balyozxaneya Fransayê dema navenda xwe vala dikir, êirş çêbûye.

Rûdanên li ser erdê, nîşan didin dibe ku alozî di demeke nêz de bi dawî nebe. Nexasim ku derfetên Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn yek in. Her wiha hêzên navneteweyî û herêmî piştgiriya her du hêzan dikin.

Piştî destpêkirina aloziyê, tevlihevî li bajarên Sûdanê dest pê kirin. Şîrketên mezin û mal hatin talankirin û tevliheviya ewlehiyê serwer e.

NY`ê hişyarî da ku xwarin, sotemenî û îmdadên stratejîk li welêt kêm dibin û destnîşan kir ku qada tenduristiyê jî bi hilweşandinê re rû bi rû maye.

Pispor û çavdêr hişyarî dan ku Sûdan veguhere qadeke din a hevrikiya di navbera hêzên navneteweyî û herêmî de û dê ev bibe sedem ku şerê navxweyî dirêj bike û dibe ku bi xwe re, aloziyeke xwarinê ya mezin çêbike ji ber ku saziyên dewleta Sûdanê lawaz in.

NAKOKIYEKE NAVNETEWEYÎ Û HERÊMÎ

/kr/uploads/files/2023/04/24/200831_-.webp

Pirsporê kar û barên Afrîkayê Ramî Zuhdî got: “Sûdan, dewleta yekemîn e ku nakokiya di navbera Rûsya û Amerîkayê de xuya kir. Nexasim hevirkiya wan li ser herêma Bor Sûdan a li ser Deryaya Sor ku yek ji herêmên stratejîk û ewle yên herî girîng in li cîhanê. Parîs jî bi koordîneya Misirê ket navberê, kongreyeke navneteweyî ji bo dostên Sûdanê li dar xist ji bo ku piştgiriyê bidin çareseriya siyasî li Sûdanê.”

Zuhdî diyar kir ku bi destpêkirina aloziyên siyasî û parçebûna hêzan re, gelek alî eşkere bûn ku hewl didin destwerdana kar û barên Sûdanê bikin. Çi bi awayekî neyînî yan jî erênî. Ev hişt ku destê gelek hêzên navneteweyî û herêmê wek Yekitiya Afrîka û NY`yê di diyaloga navbera sûdaniyan de hebe. Her wiha rola gelek dewletên din jî mîna Erebistana Siûdî û Tirkiye û Misir jî diyar bû. Ji ber ku rewşa li Sûdanê bandor li Qahîrayê dike.

Zuhdî nirxandina xwe wiha domand: “Ji derveyî piştgiriya derve ya herêmî û navneteweyî, nakokiya di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Artêşa Sûdanê de çênedibû. Piştgiriya derve, dibe gihaştibe, asta pêşkêşkirina çek û tevlêbûna di operasyonan de.”

Zuhdî bakişand ku têkiliyên girêk di navbera her du hêzên sûdanî û dewletên herêmî de heye û ev mînak bibîr xist: “Hemdîtî bi serokê Rûsyayê bicive, ev tiştek ne mentiqî ye. Ji ber ku fermanderekî leşkerî ye û nabe roleke siyasî bilîze. El Burhan jî hema bêje tim li Qahîrayê bû ruxmî ku di wê demê de di meclisa serdestiya Sûdanê de bû û serkêşiya xebatên siyasî dikir lê ne serokê dewletê bû.”

PÊŞEROJA NAKOKIYÊ

Li gorî Zuhdî, gelek senaryo hene, dibe ku berdewama nakokiyê bê çareserî ya herî dijwar be, ji ber ku şer heta demeke dirêj berdewam dikin beyî k utu aliyek bikare nakokiyê li gorî berjewendiyên xwe çareser bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev dê derfet û karîgeriyên dewleta Sûdanê qels bike ku di bingehê de zaîf e. Ew nikare bi tenê li hember vê nakokiyê bisekine. Ji ber ku tevahî qadên wê yên aborî, civakî û jiyanî zaîf in. Dibe ku rewşên mirovî ji ya li Lîbyayê dijwartir bibin. Rewşa Sûdanê herî zêde nêzî aloziya Yemenê ye ku dibe di hin pêvajoyan de bigihêje birçîbûnê.”

Zuhdî senaryoyek din jî da û got: “Dibe ku aliyek bi ser keve, ruxmî ku ev tişt ne diyar e pêk were lê na, ji ber ku derfetên her du aliyan wek hev in. Lê em dikarin bêjin ku şansê Hêzên Sûdanê zêde ye ji ber ku çek û cebilxaneya wê xurt in, rewa ye û dikare piştgiriya qebîleyên Sûdanê werbigire.”

Têkilarî senaryoya sêyemîn Zuhdî got: “Dibe ku hêzeke sêyemîn derkeve, mînak qebîle bibin yek yan jî civaka sivîl li dijî vê aloziyê derkeve, piştre piştgiriya aliyekê bike. Di vê demê de, ev kombûna sivîl yan jî yekitiya qebîleyan dê piştgiriya artêşê bike ji ber ku li gorî zihniyeta gel, rewa ye. Berovajî Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku gelek wê wek tevgereke serhildêr bi nav dike ku nabe wisa bi vê rêbazê derkeve.”

Senaryoya dawîn jî li gorî Zuhdî wiha ye: “Danûstandin û destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî ye ji bo ku aliyên nakok li ser masaya diyalogê li hev bicivînin. Ev ihtîmal zaîf e. ji ber ku çareseriya siyasî ya Sûdanê, ji zêdetirî 2 salan ve berdewam e lê tu çareseriyên bingehîn nehatin bidestxistin. Ji ber wê, nakokî veguherî nakokiyeke çekdarî. Yanî em nikarin xwe bispêrin vê senaryoyê, ji ber ku her aliyek tu carî aliyê din qebûl nake.”

(şx)

ANHA