Êrişa Qereçox destpêka dagirkeriya dewleta Tirk bû

Ji bo ku dewleta Tirk a dagirker alîkariya çeteyên DAIŞ′ê yên ji hêla QSD′ê ve dorpêçkirî ne, bike Amerîka û Rûsya jê re erê kir û cara yekemîn bi hewayî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Vê êrişê li pêş dewleta Tirk derî vekirin ku herêmên ji Rojava dagir bike.

Êrişa Qereçox destpêka dagirkeriya dewleta Tirk bû
24 nîsan, 2023   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Di berbanga 25′ê Nîsana 2017′an de 26 balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrişî çiyayê Qereçoxê yê li herêma Dêrikê kir. Bi vê yekê mecala asîmanî ya Sûriyeyê bin pê kir. Dewleta Tirk êrişî navenda fermandariya YPG′ê, navenda ragihandinê kir. Bi vê yekê alîkarî da çeteyên DAIŞ′ê yên li Tebqayê dorpêçkirî ne, ku êrişeke mezin pêk bînin.

Di encama êrişê de 20 şervanên YPJ, YPG′ê, nûçegihan şehîd bûn û 18 şervanên din birîndar bûn.

Hemwextî wê, balafiran asîmanê Iraqê bin pê kir û herêmên cuda yên çiyayên Şengalê bombebaran kir. Di encamê de 6 welatî şehîd bûn û 10 birîndar bûn. Her wiha binesazî wêran kir û zirarên madî yên mezin çêbûn.

CIHÊ QEREÇOX Ê STRATEJÎK

Qereçoc dikeve ser rêya di navbera Dêrik û Qamişloyê de. Ji rêzeçiyayên çiyayên Bêxêr ên li Başûrê Kurdistanê ye. Ji aliyê rojhilat ve çemê Dicle û Başûrê Kurdistanê ye û ji aliyê başûr ve deşta Koçerat e. Heta bi çiyayên Şengalê diçe. Ji aliyê bakur ve deşta Hesena ye. bilindbûna wê 779 metre ye.

QEREÇOC CIHEKÎ GUNCAW A NAVENDA ŞOPANDINA TEVGERÊN DIJMIN E

Çiya dikeve sêgoşeya sînorî ya di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de. Bi dewlemendiya xwe ya binerdê, bi taybet petrolê navdar e. Li gorî jêderên dîrokî, gelek şaristanî li ser wê çiyayê û êriş çêbûne û weke navenda şopandina tevgerên dijmin dihat bikaranîn.

JI BO BAJARÊ XWE RIZGAR BIKIN SERÊ ÇIYÊ WEKE NAVNEDA PERWERDE Û RÊXISTINÎ BI KAR ANÎN

Ji bo sekna li hember dijmin, êrişan û ji bo rizgarkirina bajarên xwe ji komên çeteyan ên şerê wekaletê ji ber dewleta Tirk a dagirker ve dikin, welatiyên herêmê yên dilxwaz ên YXK′ê di 2011′an de serê çiyayê Qereçoxê kir navenda perwerdê û xwerêxistinê.

ÇIYAYÊ QEREÇOXÊ, NAVENDA FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPG, YPJ′Ê Û RADYOYÊ JI BO ŞOPANDINA HÛRGILIYÊN ŞER

Piştî Şoreşa 19′ê Tîrmeha 2012′yan de dest pê kir, navenda perwerdê ya li çiyayê Qereçoxê veguherî navenda Fermandariya Giştî ya YPJ û YPG′ê. Ji ber ku çiya bilind e û cihê xwe stratejî ke. Di Nîsana 2013′yan de radyoya Rojava li serê çiyê hate vekirin da ku balê bikişînin ser bûyerên li herêmê rû didin.

QSD′Ê BI ÇI MIJÛL BÛ?

QSD′ê di 21′ê Adara 2017′an de rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ′ê ragihand. QSD′ê di 7′ê Nîsanê de Tebqa dorpêç kir, piştre balafirgeha leşkerî ya Tebqayê rizgar kir û di 10′ê Gulana heman salê de bajar hate rizgarkirin.

QSD′ê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî di çarçoveya qonaxa sêyemîn a operasyona Xezeba Firatê de Tebqa rizgar kir û ew rizgarkirin atmosfêreke guncaw ji bo rizgarkirina Reqayê çêkir.

Dema rizgarkirina Tebqayê di metirsiyê de bû dewleta Tirk ji bo pêkanîna êrişeke tund li dijî çiyayê Qereçoxê erêkirin ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wergirt.

HEVKARIYA RÛSYA Û ERÊKIRINA AMERÎKAYÊ YE

Ne pêkan e balafir bêyî agahiya Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê, asîmanê Rojava derbas bikkin. Di wê demê de QSD′ê li Tebqa û gundewarên Reqayê şerê DAIŞ′ê dikir.

Amerîka û Rûsyayê ji bo dewleta Tirk êrişî Rojava bike û çiyayê Qereçoxê cara yekemîn erê kir. Vê êrişî derî li pêş dewleta Tirk a dagirker vekir ku herêmên Rojava û bakurê Sûriyeyê; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike. Vê helwesta navneteweyî ya lawaz hişt ku dewleta Tirk êrişên xwe zêde bike û herêman dagir bike.

′AMERÎKA Û RÛSYA BERIYA 2 SAETAN AGAHIYA ÊRIŞÊ DA ME′

Ev rastî piştî gotina wezîrê karên derve ya dewleta Tirk a dagirker Mevlud Çavuşoglu got, "Hevalbendê me Amerîka agahî da me ku êrişê vê herêmê bikin û got me leşkerên xwe heta xetekê bi paş ve kişandine. Li gorî lihevkirina di navbera me de, Rûsya û Amerîka beriya 2 saetan agahiyên li ser pêkanîna êrişê da me."

′JI BO RIZGARKIRINA DAIŞ′Ê Û SIVIKKIRINA ZEXTA LI SER WÊ ÊRIŞ PÊK HAT′

Ev ne bûyereke wisa li ser ekranên televîzyon û rojnameyan bû, lê li ser asta herêmê dozeke girîng û bandor bû. Ew ji bo dewleta Tirk ku êrişî herêmên Rojava, bakurê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê destûra yekemîn bû.

Ji bo rizgarkirina DAIŞ′ê û sivikkbûna zextê li ser çeteyên DAIŞ′ê, ji ber ku QSD′ê ew li Tebqayê xistibûn dorpêçê, dewleta Tirk êrişeke fireh pêk anî.

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker de fermandar û berpirsê şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê yên li Reqayê Rustem Zêdan (Mihemed Xelîl) şehîd bû.

Bi wê re QSD′ê operasyonên xwe yên di çarçoveya qonaxa 3′yemîn a rizgarkirina Tebqa û Reqayê de bi awayekî demkî rawestand.

Bersiva Amerîkayê ya li hember êrişa Tirkiyeyê lawaz bû. fermandarekî leşkerî yê Amerîkî tevî Fermandarê Giştî yê QSD′ê piştî çend kêliyan serdana cihê êrişê kir. Ev yek helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya pêkanîna êrişeke fireh ji hêla dewleta Tirk ve nîşan dide.

YPG: ÊRIŞA DEWLETA TIRK ISRARA ME YA LI DIJÎ TERORÊ NAŞIKÎNE

Şêniyên herêmê li hember helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî êrişê ku asîmanê kontrol dike, bi hêrs bûn. Ji ber helwesta Koalîsyona Navneteweyî asîmanê herêmê li pêş balafirên artêşa Tirk a dagirker  vekir ku êriş bike. Ew yek hemwextî sekna şêniyên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ′ê pêk hat.

Di wê demê de Fermandariya Giştî ya YPG′ê bi daxuyaniyekê got, "Êrişa dewleta Tirk israra me ya şerkirina terorê naşikîne."

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) jî bombebarankirina herêmê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir û got, "Armanc ji êrişa dewleta Tirk hemleya leşkerî ya li dijî DAIŞ′ê ya li Reqayê têk bibe."

′DEWLETA TIRK TOLA DAIŞ′Ê HILDA′

/kr/uploads/files/2023/04/24/200715_img_8692.webp

Têkildarî êrişa çêbûye, serokê Partiya Aştiya Demokratî Telal Mihemed got ji ber ku QSD′ê şikand, dewleta Tirk êriş kir.

Mihemed diyar kir ku rewşa hilweşîna DAIŞ′ê ya wê demê, tê wateya bidawîbûna planên dewleta Tirk ên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Tirkiyeyê tola DAIŞ′ê hilda."

BERXWEDANA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ PÊŞÎ LI RÊXISTINEKE TERORÎ KU CÎHAN TEVAHÎ XISTIBÛ METIRSIYARIYÊ GIRT

Mihemed got datayên guncaw ên wê demê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke mezin li hember çeteyên DAIŞ′ê rû da û cîhan tevahî fikar kir û wiha pê de çû: "Êrişan vîna gelê ku li dora şervanên xwe YPG, YPJ′ê û QSD′ê civiya bûn, neşikand."

Li ser nedayîna bertekeke xurt ji aliyê hêzên navneteweyî ve ku êrişa destpêkê ya dewlet aTirk bû, dewleta Tirk teşwîq bû  û di 20′ê Çileya 2018′an de êrişî Efrînê kir.

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ, DI SERÎ DE KOALÎSYONÊ HELWESTEKE EŞKERE NÎŞAN NEDA

Li ser guhartin û veguhartinên piştî êrişê, Mihemed wiha got: "Dewleta Tirk piştî nedayîna helwesteke eşkere ji hêla hêzên navneteweyî ve, di serî de koalîsyonê, planên xwe yên dagirkirina bakurê Sûriyeyê û Rojava fireh kirin. Wê yekê jî hişt dewleta Tirk heta roja îro êrişên xwe dewam bike."

ÇAWA SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ HATIN DAGIRKIRIN?

Têkildarî gefan, dihat texmînkirin ku dewleta Tirk êrişeke din li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bianiya. Erdogan di dewreya 74′an a NY′yê ya li New Yorkê ya 24′ê Îlonê de niyeta xwe ya dagirkirina herêmê eşkere kir.

Erdogan, wê demê, li pêş serekên cîhanê nexşerêya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş kir. Di wê nexşeyê de nexşeya ku Erdogan behsa wê dike pêşkêş kir û got, "Bi wê yek em dikarin 3 milyonên penaberên sûriyeyî vegerînin."

Di navbera dewleta Tirk û DYA′yê de dan û standinên li ser ′herêma ewle′ dihatin kirin. Ji bo avakirina vê herêmê valahiyek hebû. Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump bi telefonê axivî û fermana da ku leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişin. Vê yekê zemînek çêkir ku dewleta Tirk di 9′ê Cotmeha 2019′an de êrişî Serêkaniyê û Girê Spî bike.

HEWLESTA LAWAZ A NAVNETEWEYÎ DEWLETA TIRK TEŞWÎQ KIR KU ÊRIŞ BIKE

Dewleta Tirk ji serkeftinên QSD′ê yên li dijî DAIŞ′ê û rizgarkirina herêmên fireh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aciz bû. Ji ber wê bi balafirên bêmirov êrişî sazî, têkoşer û pêşengên Rêveberiya Xweser, QSD′ê yên çeteyên DAIŞ′ê têk birine, kir.

′PÊŞENGÊN DAIŞ′Ê TÊK BIRINE, HATIN HEDEFGIRTIN′

Dewleta Tirk a dagirker tiştê DAIŞ′ê nikarî kir û tola wê hilda. Dewleta Tirk bi balafireke bêmirov di 22′yê Tîrmehê de li ser rêya Qamişloyê erebeyek hedef girt. Di encamê de fermandara YPJ′ê Jiyan Tolhildan û fermandara YAT′ê Roj Xabûr şehîd bûn. Rola van her du fermandaran di têkbirina çeteyên DAIŞ′ê de mezin bû û parastina gelê xwe kir.

HEDEFGIRTINA PÊŞENGÊN RÊVEBERIYA XWESER

Bi xemsariya civata navneteweyî re, êrişên asîmanê yên dewleta Tirk zêde bûn. Bi wê re ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir êrişî Başûrê Kurdistanê kir. Vê carê jî yek ji stûnên Şoreşa 19′ê Tîrmeha 2012′yan Ferhad Şiblî şehîd xist.

HEWLDANA SIÛQASTKIRINA FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ QSD′Ê

Di 7′ê Nîsanê de fermandarê giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdû û efserên amerîkî ji hewldana siûqastkirinê rizgar bûn. Balafireke bêmirov a dewleta Tirk di 7′ê Nîsanê de fermandarê giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî tevî efserên amerîkî li Balafirgeha Silêmaniyê ya li Başûrê Kurdistanê hedef girt. Lê tu kesî zirar nedît.

RAWESTANDINA ÊRIŞAN BI ÇARESERKIRINA KRÎZA SÛRIYEYÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Telal Mihemed destnîşan kir ku piştî 6 salan êrişên dewleta Tirk dewam in û rawestandina wan bi çareserkirina krîza Sûriyeyê ve girêdayî ye.

Li ser helwesta Koalîsyona Navneteweyî Telal Mihemed got çawa Koalîsyona Navneteweyî ku QSD′ê hevalbendê xwe dibîne, çav ji bikaranîna asîmanê herêmê ji hêla dewleta Tirk ve digire.

Di êrişên dagirkeriyê yên di 2022′yan de 119 welatî şehîd bûn, ji wan 15 zarok û 58 şervan in. 292 welatî birîndar bûn, ji wan 48 zarok û 23 şervan in. Li kêlek wê jî 59 endamên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 91 jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker 29 dibistan, 4 navendên tenduristiyê, 10 mizgeft, perestgeh û bi dehan stasyonên petrol, kehrebe, gaz, torên peywendiyan û xizmetguzariyê hedef girtin û wêran kirin û caran çekên qedexekirî bi kar anîn.

GER HELWESTEKE NAVNETEWEYÎ HEBÛYA, TIRKIYEYÊ NIKARÎ KESÊN DAIŞ′Ê TÊK BIRINE, HEDEF BIGIRTA

Mihemed diyar kir ku ger helwesteke navneteweyî ya xurt hebûya, dewleta Tirk fermandarên QSD′ê yên DAIŞ′ê têk birine, bi balafirên bêmirov, hedef nedigirt.

PIŞTÎ TÊKÇÛYÎNA DAIŞ′Ê LI BAXOZÊ, DEWLETA TIRK DESTEKA WÊ ZÊDE KIR

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk piştî têkçûyîna DAIŞ′ê li Baxozê desteka xwe jê re zêde kir. Bi wê  re êrişî girtîgeha Sîna ya Hesekê kir, da ku serçeteyên DAIŞ′ê birevîne û ji nû ve çalakiyên wê li herêmê zêde bike.

Ji bo wefedariya bi fedekariya 12 hezar şehîdan û 12 hezar birîndaran re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25′ê Nîsanê roja şehîdan ragihand.

(fr)

ANHA