​​​​​​​Şêniyên Kobanê şehîdên Nîsanê bi bîr anîn

Şêniyên Kobanê 127 şehîdên Nîsanê li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê bi bîr anîn.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê şehîdên Nîsanê bi bîr anîn
24 nîsan, 2023   19:34
KOBANÊ

Di merasîna 127 şehîdên Nîsanê de ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho axivî û got şehîd meşaleya azadiyê û ronahiyê ne. Ne ji şehîdan bûya aramî û ewlehî dê tune bûya.

/ar/uploads/files/2023/04/24/190327_ahaly-kwbany-ystthkrwn-balshmwa-shhdaa-shhr-nysan-28129.webp

Hec Kerho wiha gotina xwe bi dawî kir: "Desthilat nahêlin em bi aştî bijîn, kilîtên serkeftinê li çiyayên Kurdistanê ne. Hêzên gerîla berxwedaneke bê hempa raber dikin û ji bo em ji wan re bibin piştgir, divê em berxewdanê bikin."

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(fr)

ANHA