Komîteya Koçberên Serêkaniyê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Komîteya Koçberên Serêkaniyê da zanîn ku kolandina xendekan û avakirina herêmên leşkerî li seranserî sînor ji hêla dewleta Tirk ve ji bo rewakirina dagirkeriyê û qutkirina xaka Sûriyeyê ye. Komîteyê bang li civata navneteweyî kir ku ji bo vegera welatiyan li herêmê tedbîr û xebatan pêk bînin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
24 nîsan, 2023   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji beriya çend rojan ve li seranserî xeta sînor a Serêkaniyê dest bi kolandinê kiriye. Di encamê de welatî li hember wê derketin.

Têkildarî mijarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê ev hate gotin:

DAXWIYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ

"Artêşa Tirk a dagirker beriya 3 rojan dest bi kolandina xendeqê li ser sînorê Tirkiyê yê bi ser bajarê Serêkaniyê/Res al-Ayn/Raş Eynû û gundewarê wê kir. Wê yekê di çarçoveya zincîre binpêkirinên berdewam ên dagirkeriyê li hundirê xaka Sûriyê de pêk tîne. xendek bi rûbera 300 metreyan di kûrahiya erdên Sûriyeyê û bilindahiya 4 metreyan e. Li hember wê yekê şêniyên herêmê nerazîbûn û bertekên xwe nîşan da. Şêniyan got ew yek dibe sedema binpêkirina zeviyên çandiniyê û talankirina qûta wan.

Pêvajoya kolandina xendeqê û avakirina herêmên leşkerî yên li ser sînor, ji bo xurtkirina dewleta dagirker û parçekirina beşek ji axa Sûriyeyê ya dagirkirî û tevlîkirina wan bi dewleta Tirk re ye.  Ev yek weke binpêkirina sînor û axa Sûriyeyê tê binavkirin. Dewleta Sûriyê, sûd ji bêdengiya biguman a civaka navdewletî bi beşdariya hin aliyên hevkar ji welat, kompanî û rêxistinan werdigire û piştre van hemûyan çêdike.

Di dema ku Tirkiye ji bo leşkerî û ewlekariya herêmê dixebite de, binpêkirinan li dijî sivîlan pêk tîne. Wê yekê bi kolandina xendeqan li zeviyên çandiniyê pêk tîne. Ev sûc li sûcên dewleta Tirk ên dermirovî zêde dibe. Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Serêkaniyê di Cotmeha 2019′an ve êriş û sûcên xwe dewam dike.

Em weke Komîteya Koçberên Serêkaniyê/Rasi el-Eynê de, avakirina dewleta Tirk a dagirker û rejîma wê ya zordar (wek hikumeta şer) û bi hevkariya çeteyên artêşa niştimanî ya Sûriyê, bi fikar dişopînin.

Komîteya Koçberên SerêKaniyê di wê baweriyê de ye ku divê her çareseriyek siyasî û destpêşxeriyek ji krîza Sûriyeyê re were danîn, di serî de herêma Serêkaniyê û gundewarê wê, Efrîn, Girê Spî û navçeyên din ên wêrankirî. Divê dawî li dagirkeriya Tirkiyê li herêmê bîne û komên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ji Tirkiyê derbixe û kar ji bo avakirina herêmeke ewle bike, ku vegera ewle misoger bike.

Em hevgirtina xwe bi gelê xwe yê li welat û gundewarên rojavayê bajêr re nû dikin, helwestên wan, tevgera wan a heyî û redkirina projeyên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê didin û silav dikin.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo şopandina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker tedbîrên berpirsyar bigire û ji bo çareserkirina rastiya herêmê bi rêgirtina li pêşiya her pêngavek ku wê herêmê veguhere herêmeke leşkerî ya ku berjewendiyên gelên herêmê pêk tîne kar bike û welatî li ser herêmên xwe vegerin."