Li Goristana Şehîd Xidir 2 şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên Dêrazorê cenazeyên Mehmûd Mûsa El Hemade û Mihemed Cemîl El Cimêde li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya li bajarokê Ebû Xeşeb oxir kirin.

Li Goristana Şehîd Xidir 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Goristana Şehîd Xidir 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Goristana Şehîd Xidir 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Goristana Şehîd Xidir 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Goristana Şehîd Xidir 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Goristana Şehîd Xidir 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Goristana Şehîd Xidir 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Goristana Şehîd Xidir 2 şehîd hatin oxirkirin
24 nîsan, 2023   16:08
DÊRAZOR

Şêniyên Dêrazorê 2 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Mûsa El Hemade û Mihemed Cemîl El Cimêde oxir kirin. Her du şehîd di 19′ê Nîsanê de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Demhat El Kilêzî axivî û wiha got: "Me îro du leheng oxir kirin. Ew her du bi kiryarekî hovane şehîd bûn."

El Kilêzî wiha domand: "Em sersaxiya malbatên şehîdan dixwazin û soz didin şehîdên xwe ku em ê tola wan hildin û li ser şopa wan bimeşin."

Dûre li ser navê meclisên bajarokê Ebû Xeşeb endamê rêveber Ebdulhekîm El Elî axivî û wiha got: "Em îro li pêşberî xwîna paqij a van şehîdan disekinin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Wan şehîdan di oxira welat bi azad û rûmet bijî de canê xwe da. Em ê heta pêkanîna serkeftinê rêça we bişopînin."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Ebdulxenî El Ehmed sersaxiya malbatên şehîdan xwest û got: "Ev her du şehîd bûn, da ku em bi azad û aram bijîn."

Piştre wesîqeya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA