Ji malbatekê 2 zarok şehîd bûn

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Eyn El Ebid ê Til Temirê de 2 zarok şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Ji malbatekê 2 zarok şehîd bûn
24 nîsan, 2023   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker saet di 18:00′an de gundê Eyn El Ebid ê Til Temirê ya Hesekê bi guleyên obîsan topbaran kir.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, di encama topbaranê de 2 bira şehîd bûn, 2 bira û xweşka wan jî birîndar bûn. Birîndar rakirina Nexweşaneya Lêgerîn a Til Temirê.

Navên her du şehîdan û her sê birîndaran wiha ne;

Navên şehîdan; Meryem Xidir Uwês (10) û Îtîdal Uwês (9).

Navên birîndaran; Ebdulezîz, Diya û Zehra Xidir Uwês û niha ev birîndar li Nexweşxaneya Şehîd Lêger in.

(fr)

ANHA