​​​​​​​Bang li NY`yê hat kirin: Şandeyek navneteweyî bişînin Şehba û Helebê

Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça hikumeta Şamê zehmettir dibe û bang li NY`yê kir ku şandeyeke navneteweyî bişîne wan herêman.

​​​​​​​Bang li NY`yê hat kirin: Şandeyek navneteweyî bişînin Şehba û Helebê
23 nîsan, 2023   03:26
REQA-EHMED EL ESAF

Dorpêça hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê dewam dike. Hikumeta Şamê nehêle pêdiviyên bingehîn ên jiyanê û alîkarî bikevin herêmê. Xelkê wan herêman bi taybet piştî erdheja 6`ê Sibatê, di nava şert û mercên dijwar de jiyan dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû rêbazan hewl dide ku alîkariyan bigihîne xelkê wan herêman, lê belê hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dike.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem El Îbrahîm têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Meryem destnîşan kir ku rewşa mirovî li herêmên dorpêçkirî zehmet e û got: “Her kes dizane ku li Şehbayê kampên koçberan hene, dorpêç êşa koçberan girantir dike. Rewşa li Şehba, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd trajîk e. Hikumeta Şamê tenê derdê wê parastina destilatdariya xwe ye.”

Meryem bal kişand Rêveberiya Xweser ruxmî derfetên xwe yên kêm amade ye piştgiriyê bidin van herêman û wiha dom kir: “Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan tê astengkirin. Rêveberiya Xweser hewldanên xwe ji bo rakirina dorpêçê didomîne.”

Meryem bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku rewşa wan herêman bibîne û şandeyeke navneteweyî bişîne wir da ku rewşa ji ber siyaseta hikumeta Şamê tên jiyankirin, bişopînin û binrixînin.

(c)

ANHA