​​​​​​​Çawa dê Qahîre û Enqere xalên bi nakok derbas bikin?

Di dema dawîn de guhertinên cewherî di têkiliyên Misir û Tirkiyeyê de çêbûn. Tevî ku dosyayên bi nakok di navbera herdu aliyan de hene, lê têkiliyên wan ji qonaxa dijminahî derbasî qonaxa nêzîkbûn û tevgerên diplomatîk bûn. Gelo herdu alî çawa wê karibin xalên bi nakok derbas bikin.

​​​​​​​Çawa dê Qahîre û Enqere xalên bi nakok derbas bikin?
23 nîsan, 2023   01:40
QAHÎRE – MUHSIN EL MISRÎ

Di 13'ê Nîsanê de wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî serdana Tirkiyeyê kir û bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin kir. Ev serdan piştî kêmî mehekê ji serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê ya ji bo Qahîreyê pêk hat.

Wezîrareta Karên Derve ya Misirê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku serdana Çavuşoglu ya li Qahîreyê destpêka nêzîkbûna di navbera herdu welatan de ye. Her wiha daxuyand ku ev serdan ji bo pêkanîna dan û standinên nû yên li ser mijarên hevbeş e.

Tevî nakokiyên di navbera Qahîre û Enqereyê de nexasim nakokiyên li ser dosyaya Lîbyayê, dîsa jî ev dan û standinên ji bo nêzîkbûnê didomin.

Dewleta Tirk xwedî têkiliyeke xurt bi hikumta Yekitiya Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi seroketiya Ebdulhemîd El Debîbe re ye, Qahîre jî vê hikumeteke nerewa dibîne. Çavdêran diyar kir ku Qahîre û Enqereyê ji bo berjewendiyên xwe dikarin nakokiyan derbas bikin.

XALÊN HEVBEŞ

Pisporê têkiliyên navneteweyî yê ji Urdinê Îyad El Mecalî destnîşan kir ku nêzîkbûna di navbera Qahîre û Enqereyê de ji ber girîngiya geo-stratejîk tê diyarkirin.

El Mecalî ji ajansa me re axivî û got: "Tevî nakokiyên li Rojhilata Navîn careke din tevgera diplomatîk a ji bo nêzîkbûna di navbera Misir û Tirkiyeyê de derket holê. Têkiliya di navbera herdu dewletan de ji ber hewcedariyên jeo-stratejîk, nexasim xalên hevbeş ên di navbera wan de tên pêşxistin.ʹʹ

BIKARANÎNA SIYASÎ

El Mecalî diyar kir ku têkiliyên Misir û Tirkiyeyê mehkûmî pirsgirêk û girêkan e û got, ʹʹEm dikarin serdana Samih Şukrî ya ji bo Tirkiyeyê di çarçoveya istismarkirina siyasî tenê de binirxînin. Ev yek dihêle ku siberoja têkiliyên Misir û Tirkiyê li ser esasê berjewendiyên bilind ên her du welatan bin. Zêdebûna guhertin û astengiyên hevbeş, dihêle ku hewlest û nêrîna hevbeş bibin rêbazên herî guncaw ên pêkanîna tîfaqên bi arrmancên ewlehî, aborî û siyasî ku bikeve xizmeta berjewendiyên tevahî aliyan."

El Mecalî destnîşan kir ku dîplomasiya di navbera Sîsî û Erdogan de dikare astengiyên li pêşiya nêzîkbûna Misir û Tirkiyeyê de çareser bike û destkeftiyên geo-siyas pêk bîne.

LIHEVKIRINEKE MISIR-TIRKIYE

Her wiha, lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê Mihemed Rebîh diyar kir ku serdana Samih Şukrî di demeke pir girîng de çêbû û got: "Dewletên herêmê û yên ereban di rewşeke wiha de ne ku hewl didin lihevkirinan bi hev re pêk bînin. Tirkiye bi nêzîbbûna dema hilbijartinan re û bi armanca çareserkirina hemû pirsgirêkên xwe yên navxweyî di nava hewldanan de ye û hewl dide bi rêya lihevkirina bi Misirê ji rewşa qutbûnê ya tê de derkeve."

Mihemed Rebîh diyar kir ku dosyayên bi nakok ên di navbera herdu aliyan de gelek in û got: "Lê ji destpêka dan û standinên pêşîn ên navbera Qahîre û Enqereyê ve di sala 2021ʹê de Qahîre gelek şert danîn pêşiya Tirkiye. Tirkiye hinek ji wan pêk anîn. Ji şertên ku pêk anîne, dev ji koma Îxwanan berda û medyayên muxalefetê yên ku li Enqereyê weşand dikirin, girtin.ʹʹ

Rebîh wiha li axaftina xwe zêde kir: "Xuya ye ku derbarê dosyaya xaza deryaya Spî de lihevkirineke misirî-tirkî heye. Esasê vê lihevkirinê ew e ku di navbera dewletên Rojhilata Navîn (bi tyabet dewletên yên ku sînorên wan deryayî bi Tirkiyeyê re ye) û Enqereyê de diyalog çêbibin. Misir mafên Tirkiyeyê yên di deryaya Spî de binpê nekirine. Vê yek jî hişt ku nakokiyên herdu welatan ên derbarê vê dosyayê de yekser bên nîqaşkirin.  Xuyaye ku têkildarî Lîbyayê jî di navbera Misir û Tirkiyeyê de lihevkirin heye. Ji wê zêdetir lihevkirineke navneteweyî têkildarî çareseriya siyasî û pêkanîna hilbijartinên parlamentoyî û seroketî  di zûtirîn dem de heye."

 (mh)

ANHA