​​​​​​​Li dijî nêzîkbûna di navbera Şam û dewleta Tirk a dagirker de banga xwepêşandanê

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî, koma navê çalakvanên şoreşê li xwe dike, li dijî nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de banga xwepêşandanê kir.

​​​​​​​Li dijî nêzîkbûna di navbera Şam û dewleta Tirk a dagirker de banga xwepêşandanê
22 nîsan, 2023   18:58
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ANHAʹʹê, koma navê çalakvanên şoreşê li xwe dike, li dijî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de banga xwepêşandanê kir.

Çavkaniyan diyar kir ku xwepêşandan dê sibe saet di 16:00ʹan de li çerxerêya şaredariyê ya naverasta Girê Spî dest pê bike.

Li herêmên Sûriyeyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bertek nîşanî hêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de tên dayîn.

)bb)

ANHA