​​​​​​​Qelecî: Tecrîd azadiya giştî û azadiya siyasetê binpê dike

Mistefa Qelecî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got siyasetên dewleta Tirk ên li dijî wî, peymanên navneteweyî û qanûnên têkildarî azadiya giştî û azadiya siyasetê binpê dikin.

​​​​​​​Qelecî: Tecrîd azadiya giştî û azadiya siyasetê binpê dike
20 nîsan, 2023   03:38
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Li ser vê yekê sekreterê giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê Mistefa Qelecî diyar kir ku tecrîd binpêkirina qanûnê ye û wiha got: "Girtina Rêber Abdullah Ocalan ji hêla desthilatdarên Tirkiyeyê yên dagirker ve, binpêkirina tevahî peymanên navneteweyî û qanûnên têkildarî azadiya giştî û azadiya siyasî ye."

‘RÊBERTÎ GIRTIYÊ NÊRÎNÊ YE′

Qelecî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtiyê nêrînê ye û wiha domand: "Girtina Rêber Abdullah Ocalan ne wekî girtinên sûcê yên xwe dispêrin bikaranîna sûcekî û dûre hêzên dozgerî wî digirin. Rêber Abdullah Ocalan tu karekî ku zirarê bide hikumeta Tirkiyeyê yan jî aliyekî Tirkî nekir."

Qelecî wiha pê de çû: "Rêber Abdullah Ocalan girtiyê nêrînê ye. Lê dan û standinên dewleta Tirk bi girtiyên nêrînan re, cudayî urf û qanûnên navneteweyî ye. Divê dan û standina bi girtiyên nêrînê re li gorî rewşa girtinê be. Lê rewşa girtina Rêber Abdullah Ocalan, li ser asta herêmê û asta navneteweyî ku tê de tevliheviyên siyasî hene, ji rewşên girtiyên din cudatir e."

Qelecî helwesta Partiya Guhartin û Ronesansê ya Sûriyeyê li hember girtina Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û wiha pê de çû: "Em vê reftara hov a ji aliyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar dikin. Em hewl didin di hemû çalakiyên têkildarî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de hebin. Partiya me beşdarî hemû çalakiyên der barê Rêber Abdullah Ocalan de bû, herî dawî jî beşdarî çalakiya li Hesekê ya bi boneya salvegera girtina Rêber Abdullah Ocalan bû."

′BI SAYA FIKRÊN RÊBERTÎ HERÊM GUHERÎ′

Li ser xwezaya rewşên li Tirkiye, Sûriye û Iraqê Qelecî got: "Bê guman têgihîştina demokrasiyê li herêmê tune ye, nayê peydakirin û di rejîmên li herêmê de jî tune ye. Çi li Tirkiye, Sûriye, Iraq û heta dewletên mîna Lubnan, Urdin û Îranê jî.”

Mistefa Qelecî di dawiyê de wiha got: "Demokrasî rêjeyî ye, mîna her mijareke din dibe ku hebe. Demokrasiya li herêmê ne xwedî encamên misoger e. Ji lew re, ger fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nava welatiyan de berbelav bibûna, dê rewş cuda bûya. Sedema girtina wî ji hêla dewleta Tirk ve jî ew e ku fikrên wî di nava gel de belav nebin. Ji ber ku ev fikir herêmê biguherînin."

(fr)

ANHA