​​​​​​​QSD`ê serçeteyekî berê yê DAIŞ`ê girt

Yekîneyên taybet ên QSD`ê di operasyoneke ewlehiyê de li gundewarê Dêrazorê serçeteyekî berê yê DAIŞ`ê girt.

​​​​​​​QSD`ê serçeteyekî berê yê DAIŞ`ê girt
19 nîsan, 2023   19:57
NAVENDA NUÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên taybet bi piştevaniya hêzên hewayî yên Kaolîsyona Navneteweyî, operasyon li bajarokê Cedîd Bekare li dar xistiye. Di encamê de serçeteyekî DAIŞ`ê girtiye ku di veguhastina çek û ceblixaneyan, bombeyan û pereyan de ji şaneyên DAIŞ`ê yên li Dêrazorê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re û di plankirina êrişên şaneyan de çalak e.

Her wiha hêzê destnîşan kir ku xebatên wan bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên DAIŞ`ê û serçeteyên wê berdewam in ji bo ku ewlehiya herêmê û xelkê wê biparêzin.

(şx)