Çeteyekî DAIŞʹê li Reqayê hat girtin

Çeteyekekî DAIŞʹê ku ji bo komkirina koordînatên cihên QSDʹê yên li Reqayê hatibû erkdarkirin, hate girtin.

Çeteyekî DAIŞʹê li Reqayê hat girtin
20 nîsan, 2023   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyekî DAIŞʹê yê bi navê Elî Mihemed ku ji bo komkirina koordînatan li ser nuqteyên QSDʹê yên li Reqa û gundewarên wê hatibû erkdarkirin, girt.

Çet Elî Mihemed (39) ji Filistînê ye. Di sala 2015ʹan de li Şamê tev li DAIŞʹê bû û li wargeha penaberên Filistînê ya li Şamê ji bo DAIŞʹê kar kir.

Çete Elî Mihemed di hevpeyvînekê bi ajansa me re diyar kir piştî peymana di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞʹê de ya sala 2017ʹan a ji bo vekişandina DAIŞʹê ji derdora Şamê, li bejahiya Siwêdayê karê çetetiyê kir.

Çete Mihemed li xwe mikur hat ku jê koordînatên 5 nuqteyên QSDʹê jê dihatin xwestin, koordînatên 2 nuqteyan tenê da, piştre hat girtin.

Li gorî fermandarekî leşkerî yê Reqayê, çete Elî Mihemed meha borî hat girtin.

(bb)

ANHA