​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-4-2023
19 nîsan, 2023   23:00

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê sûriyeyî Ehmed El Dirzî bang li hikumeta Şamê kir ku bi awayekî erênî bersivê bide beyannameya Rêveberiya Xweser.

Dayîkên Gerîla yên bajarê Qamişlo êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayên Kurdistanê şermezar kirin û gotin: “Gêrîla rûmeta mene, felsefeyek nû  ji bo jiyaneke bi rûmet pejirand heya dawî soza têkoşînê em ê bi wan re misoger bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mistefa Qelecî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got siyasetên dewleta Tirk ên li dijî wî, peymanên navneteweyî û qanûnên têkildarî azadiya giştî û azadiya siyasetê binpê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şeva cejna Remezanê li gel aloziyan, tevgera aborî û bazirganiyê li Lubnanê rawestiye. Karîgeriya kirînê qels bûye. Gelo tevgera kirînê li sûkan di şeva cejna Remezanê de çawa ye? Nêrîna bazirganan çi ye? Hêviyên gel di vê cejnê de çi ne?

Bi hatina Remezanê re, her sal temaşevan li Rojhilata Navîn li benda bername û rêzefîlman dimînin ku dê di vê meha pîroz de bên pêşandan, fikrê wan li ser mijarên wan in, gelo çi ne û hunermendên ku dê cihê xwe tê de bigirin kî ne, kî dê bernameyên Remezanê pêşan bide? Berpirsên van xebatan jî, hewl didin ku balê hejmara herî zêde ya temaşevan û şopîneran bikişînin û xelekên rêzefîlman li ser sosyal medya belav bikin.

Çêkirina şêraniyê di cejna Remezanê de, her çiqas çêkirina wê li gorî herêman cuda dibe, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandeke zindî ye. BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Cizîrê şeva cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan dikin ji bo ku mûm li ser gorên şehîdan pêxin. BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Helebê şeva cejna Remezanê mûm li ser gorên şehîdan ên Goristana Şehîdên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya li herêma Şiqeyif vêdixin saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA