Tevgera sûkên Lubnanê ne mîna her sal e

Hemwextî alozî û têkçûna aborî li Lubnanê, tevgera aborî û bazirganiyê û derfetên kirîna pêdiviyan kêm in. Gelo beriya Cejna Remezanê tevgera sûkan çawa ye? Nêrîna bazirganan û hêviyên xelkê çi ne?

Tevgera sûkên Lubnanê ne mîna her sal e
20 nîsan, 2023   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Di dema dawîn de mîna gelek welatan li Lubnanê jî amadekariyên mezin ji bo pêşwazîkirina Cejna Remezanê tên kirin. Gelek bazirganan nirxê kelûpelan kêm kirin ji bo ku xelk karibe pêdiviyên cejnê bikirin.

Lê tevî wê jî, dema ku bala xwe bidî dikanan tuyê bizanibî ku warê tûrzîmê li Lubnanê têk çûye. Tevgera zêde ya beriya cejnan îsal tune ye. Berovajî wê, rewşeke xemgîniyê serwer e û gelek xwediyên dikanan ji ber nehatina zebûnan deriyên dikanên xwe girtine. Yên din jî hîna bi hêvî ne ku rewş di çend rojên pêş de baştir bibe. Lê belê piraniya kesan hemfikir in ku îsal ji aliyê tûrîzmê ve sala herî xirab e ji bo Lubnaniyan.

Xwediyên saziyên di nava sûkan de dibêjin ku ev warê bazirganiyê fatûreya van aloziyan dide. Nexasim ku gelek saziyên bazirganiyê yan girtî ne, yan jî îflas kirine, saziyên mayî jî karê wan pir qels e.

Beşeke lubnaniyan destnîşan kirin ku rewş gelek dijwar e û pere nîn in. Tiştên berhev kirine jî di Remezanê de xerc kirin. Bihabûn û zêdebûna bacên kehrebe, telefon, internet û jêderên enerjiyê barên welatiyan girantir kir.

Welatiyên ku ji ajansa me re axivîne, hêvî kiirn ku sala bê ji îsal baştir be, ewlehî serwer bibe û çîna siyasî li ser serokkomarekî nû li hev bikin da ku aboriya welatê ya têkçûyî ji nû ve geş bikin.

(dm/şx)

ANHA