​​​​​​​Ehmed El Durzî: Divê Şam bersiveke erênî bide beyannameya Rêveberiya Xweser

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê sûriyeyî Ehmed El Durzî bang li hikumeta Şamê kir ku bi awayekî erênî bersivê bide beyannameya Rêveberiya Xweser.

​​​​​​​Ehmed El Durzî: Divê Şam bersiveke erênî bide beyannameya Rêveberiya Xweser
20 nîsan, 2023   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18′ê Nîsanê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê beyannameyek ragihand. Ew beyanname ji bo pêkanîna çareseriyeke aştiyane û demokratîk e da ku êşên bi milyonên gelê Sûriyeyê bi dawî bike.

Li ser vê yekê, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê li Şamê, Ehmed El Durzî beyannameya Rêveberiya Xweser wek gaveke girîng wesif kir û wiha got: "Ruxmî pêdiviya sûriyeyiyan bi çareya siyasî heye, lê guhartinên li herêmê nabînin û xwe dispêrin navendîbûna rêvebirina dewletê. Pêdivî bi nenavendîbûna berfireh heye."

El Durzî destnîşan kir ku nêrîna hikumeta Şamê têkildarî diyalogê eşkere ye û wiha got: "Hikumet amade ye diyalogê bike, lê bi şertên xwe.”

El Durzî diyar kir ku tê pêşbînkirin ku hikumeta Şamê bi vê beyannameyê re bide û bistîne û ev jî ji bo çareseriyê gaveke erênî ye û got: “Lê divê her du alî li hev bikin. Ne Rêveberiya Xweser a niha tê qebûlkirin, ne jî navendîbûna ku ji bo jinûve avakirina dewleta Sûriyeyê tê qebûlkirin. Pêdivî bi diyalogê heye ku nêrîneke hevbeş were dîtin."

Li ser rola ku dewletên Ereban û NY ji bo çareseriya di navbera hikumeta Şamê, Rêveberiya Xweser û hêzên demokratîk de bilîze, El Durzî got: "Di navbera dewletên Ereban û NY′yê de nêrînên cuda hene û çareya siyasî jî xwedî hevsengiyên hêza nû ya herêmî û navneteweyî ne. Piştî lihevkirina Siûdî-Îranê herêma rojavayê Asyayê hate guhartin. Bi wê re dê rola NY′yê di vê yekê de xwedî çareyeke siyasî ya qanûnî be. Dê dewletên Ereban li pey Siûdiyê bin.”

(fr)

ANHA