QSD`ê piştî nakokiya 4 salan 2 qebîle li hev anî

Komîteya Lihevhatinê ya Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD`ê, rûspiyên êlên Hesekê, qebîleya El Igêdat a Dêrazorê û qebîleya El Cihêş a Hesekê li hev anîn.

QSD`ê piştî nakokiya 4 salan 2 qebîle li hev anî
QSD`ê piştî nakokiya 4 salan 2 qebîle li hev anî
QSD`ê piştî nakokiya 4 salan 2 qebîle li hev anî
QSD`ê piştî nakokiya 4 salan 2 qebîle li hev anî
QSD`ê piştî nakokiya 4 salan 2 qebîle li hev anî
QSD`ê piştî nakokiya 4 salan 2 qebîle li hev anî
QSD`ê piştî nakokiya 4 salan 2 qebîle li hev anî
QSD`ê piştî nakokiya 4 salan 2 qebîle li hev anî
19 nîsan, 2023   13:28
HESEKÊ

Komîteya Lihevhatinê ya Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo ku qebîleya El Igêdat û El Cihêş li hev bîne, civînek li dar xist.

Piştî ku kesek ji qebîleya El Cihêş ji aliyekî kesekî ji qebîleya El Igêdat ve hate kuştin, nakokî di navbera her du qebîleyan de derket.

Komîteya LIhevhatinê û gelek rûspiyên Hesekê ji bo ku ev nakokî bi dawî bibe, destwerdan kir da ku her du êlan li hev bîne.

Civîna lihevanînê li taxa Salhiye ya Hesekê li dar xist. Di civînê de endamên komîteyê, bi dehan rûspiyên herêma Cizîrê, her du qebîle û oldar beşdar bûn.

Di destpêka civînê de, ji fermandarên Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD`ê ya herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û spasiya her du qebîleyan kir, ji ber ku qebûl kirin li hev werin.

Selmo destnîşan kir ku divê ewlehiya herêmê bê parastina û wiha domand: “Dema eniya hundirîn hevgirtî be, eniyên şer dê xurttir bin.”

Her wiha her du qebîleyan, hev du spas kirin ji ber ku qebûl kirin li hev bên.

(şx)

ANHA