​​​​​​​Beyannameya Rêveberiya Xwser rojeva medyaya dijîtal e

Gelek bikarhênerên medyaya dijîtal beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê ragihandiye, wek beyannameya neteweyî wesif kir û hinekan jî hêvî kir ku hikumetên wan jî beyannameyên wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêşkêş bikin.

​​​​​​​Beyannameya Rêveberiya Xwser rojeva medyaya dijîtal e
19 nîsan, 2023   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî çareserkirina krîza Sûriyeyê ya ku ji 12 salan ve rû dide, beyannameyek eşkere kir. Vê beyannameyê li hundirê Sûriyeyê û li derveyî wê deng veda.

Sekreterê giştî yê Kongreya Daîm a Federaliyê li Lubnanê Alfred Riashi bi twittekê got: "Beyannameya îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kiriye, ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ye, aqûbet li cem me be jî..."

Bikarhênerê Twitterê yê bi navê Cîhad Koro jî got: "Beyannameya Rêveberiya Xweser ne tenê ji bo hilweşîna yekser a rejîmê ye, lê belê rizgarkirina welat û damezirandina binesaziya rasteqîn a guhartin û qelskirina amûrên krîmînalîzekirinê ku rejîm û amûrên wê yên terorîst anku muxalefeta Sûriyeyê bi kar tîne. Beyannameya Rêveberiya Xweser li gorî biryara NY’yê ya 2254′an e û ne dijberî wê ye.”

Şêrîn Îbrahîm jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Rêveberiya Xweser ji bo bersivdana beyannameya xwe bang li hikumeta Sûriyeyê û hemû hêzên demokratîk dike, da ku bigihînin çareyeke hevbeş. Krîza Sûriyeyê bi dawî be û sînorekê ji êşên gelê Sûriyeyê re deynin. Gelo dê bersiv bê dayîn.”

Hesabê Twitterê yê bi navê Çiya jî li ser beyannameya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ew xwedî daxmayeke neteweyî ye û got: “Duh, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bi awayekî aştiyane û demokratîk ku xwe dispêre rêgeza diyaloga Sûriyeyî, beyannameyek eşkere kir. Ev beyanname nexşerêya ber bi Sûriyeya pêşerojê ve ye. Beyanname xwedî daxmaya neteweyî ye û ji bo yekitî û aştiya xaka Sûriyeyê hatiye destpêkirin.”

(fr)