ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-4-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-4-2023
18 nîsan, 2023   23:00

Nivîskarê Sûriyeyî Hasan Yûnis destnîşan kir ku beyannameya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye, ji bo gelê Sûriyeyê beyannameyeke erênî û cewherî ye.

Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re li sûkên Şamê tevgera kirînê gelekî lawaz e. Ji ber bihabûnê welatî nikarin pêwîstiyên cejnê bikirin.

Êzidî îro Çarşema Sor pîroz dikin. Ji bo pîrozkirina vê cejnê, êzidî hêkan boyax dikin û ev rê û resm destpêkirina jiyanê û afirandinê dinimîne.

Şêxê qebîleya El Wedle ya Tebqayê Hemid El Ferec anî ziman ku dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan israra xwe bidomînin.

Ji ber ambargoya li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şênî ji amadekariyên cejnê û xweşiya wê bê par in.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman da zanîn ku ji bo beyannameya çareserkirina krîza Sûriyeyê bi encam bibe, dê dîpolmatên Rêveberiya Xweser bi hemû aliyên sûriyeyî re peywendiyê bikin.

Bi boneya Cejna Çarşema Sor anku sersala êzidî, Mala Êzidî ya herêma Cizîrê şahiyekê li gundê Dugurê yê navçeya Amûdê saet di 10`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê xwepêşandanekê li dar dixin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin saet di 19:30`an de, xwepêşandan ji çerxerêya Sonî dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya êzidiyan a Helebê bi boneya Çarşema Sor şahiyekê li gundê Pino yê bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê saet di 11:00`an de li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gorî însiyatîfa Têkiliyên Leşkerî yên Herêma Cizîrê, ji bo lihevanîna êlên El Igêdat û El Cihêş, merasîmekê li taxa Saljye ya Hesekê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA