Nivîskar Hesan Yûnis: Beyannameya Rêveberiya Xweser xwedî girîngiyeke mezin e

Nivîskarê sûriyeyî Hesan Yûnis destnîşan kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelê Sûriyeyê erênî ye û xwedî girîngiyeke mezin e.

Nivîskar Hesan Yûnis: Beyannameya Rêveberiya Xweser xwedî girîngiyeke mezin e
19 nîsan, 2023   07:02
HELEB – MIHEMED EBDO

Nivîskarê sûriyeyî Hesan Yûnis destnîşan kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser xwedî girîngiyeke mezin e, gelek xalên erênî tê de hene û wiha dewam kir: “Ya herî girîng jî girîngîdayîna yekitiya xaka Sûriyeyê, dewlemendiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê û pêşwazîkirina koçber û penaberan e.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêyên demokratîk û aştiyane, eşkere kir.

Têkildarî mijarê, nivîskarê sûriyeyî Hesan Yûnis ji ajansa me re axivî. Yûnis got: "Di salvegera 77`an a serxwebûnê de hîna artêşên dagirker li Sûriyeyê hene. Di demeke wiha de balkişandina ser girîngiya yekitiya xaka Sûriyeyê pir girîng û cewherî ye.”

Yûnis anî ziman ku xala beyannameyê ya têkildarî dewlemendiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pir girîng e û got: “Divê serwetên li seranserê xaka Sûriyeyê para tevahî gelê Sûriyeyê bin. Ev xaleke hesas e û pir bû mijara nîqaşê. Lê Rêveberiya Xweser piştrast kir ku ev serwet milkê tevahî sûriyeyiyan in, ev jî tiştekî pir girîng e."

Yûnis têkildarî xala 3`yan a têkildarî pêşwazîkirina koçber û penaberên ku ji ber şer derketine derve û guhertina demografiyê jî got: “Ev xala 3`yemîn gelekî girîng e. Nexasim ku li hin welatên ku hewl didin bi rêbazên dermirovî ji sûriyeyiyan xilas bibin, sûriyeyî rastî nîjadperestiyê tên. Ev xal balkêş e, ji ber ku berê nehatibû destnîşankirin. Di vê demê de ev tiştekî nû ye û dê destekê bide koçberên sûriyeyî."

Hesan Yûnis wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de bi domdarî diyalog heye. Ev diyalog hinekî rûtîn û bê encam bûye. Her aliyek xwedî hin pîvanan e. Pêwîstî bi ziman û nêrîneke cuda heye. Divê rêbazeke din ji bo diyalogê bê pêşxistin, ji bo ku encaman bi xwe re bîne.”

(mh/şx)

ANHA