Partiya Sûriya Pêşerojê: Beyanname rêya xilasiyê û nexşerêya Sûriyeya Pêşerojê ye

Partiya Sûriya Pêşerojê ragihand ku ew piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê dike. Her wiha destnîşan kir ku beyanname, rêya xilasiyê û nexşerêya Sûriyeya pêşerojê ye.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Beyanname rêya xilasiyê û nexşerêya Sûriyeya Pêşerojê ye
18 nîsan, 2023   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî beyannameya Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ragihandiye, Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de partiyê diyar kir ku ji destpêkê ve wê hewl daye ku armanca xwe pêk bîne û di wê rêyê de endamên wê fedakariyên mezin dane û tê koşiyane.

Her wiha partiyê da zanîn ku beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê rêya xilasiya Sûriye û nexşerêya Sûriyeya Pêşerojê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de partiyê piştgirî da beyannameya Rêveberiya Xweser û got: “Beyanname hêviyên gelê me pêk tîne, bang li hemû aliyan û hêzên nîştimanî yên dilsoz ên Sûriyeyê dike da ku bi hev re kar bikin, ji bo ku ev beyanname bibe destpêkeke rastîn da ku êşên gelên me bi dawî bibin, hêviyên wî yên rewa pêk werin. Em hemû li hember berpirsyariyên mezin in û divê her kes bê îstîsna, van berpirsyariyan pêk bînin.”

(şx)