​​​​​​​Rêveberiya Xweser wê ‘beyannameya çareseriyê’ eşkere bike

Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Suriyeyê wê 18’ê Nîsanê deklarasyonekê (Beyannameyekê) eşkere bike.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser wê ‘beyannameya çareseriyê’ eşkere bike
16 nîsan, 2023   14:04
REQA

Di demeke ku li ser Suriyeyê civînên çar alî li Moskow çêdibin û  Hikûmeta Şamê jî bi welatên Ereban re danustendinan çêdike de, Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê ‘Beyannameya Çareseriyê’ eşkere bike. 

Li gorî agahiyên navenda ragihandina Rêveberiya Xweser, beyanname wê 18’ê Nîsanê (Sêşemê) saet di 11.00’na de bi raya giştî re were parvekirin.

Çav li rê ye ku di beyannameyê de pêşniyar û rêyên ji bo çareseriya pirsgirêkan û avakirina Suriyeyek demokratîk werin eşkerekirin.