Cenazeyên Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên HREʹyê Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn ên ku di qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê hatin veşartin.

Cenazeyên Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyên Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyên Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyên Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn bi merasîmekê hatin veşartin
16 nîsan, 2023   13:20
ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên şervanên  Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Mehmûd Îbrahîm (Cîlo Baliya) û Xabûr Efrîn ên ku di 15′ê Nîsanê de di qanaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê wergirtin.

Karwana şehîdan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê ve kete rê.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Ebdil Henan Mamo axivî û sersaxiya malbatên her du şehîdan û şêniyên Efrînê xwest.

Mamo  wiha got: " Dîroka me ya gelê Kurd bi berxwedana şervanên me ya di nava çeberên şer de dagirtî ye. Ev şoreş bi saya şehîdan tê meşandin."

Mamo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Armanc ji van êrişan lawazkirina berxwedana me û dûrxistina me ji rizgarkirina Efrînê ye. Lê em di berxwedanê de bi israr in û dev jê bernadin."

Li aliyekî din jî li ser navê Rêveberiya Xweser Werdê Şêxo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Gelê ku li vir bi isran e û li ber xwe dide ji bo welatê xwe canê xwe feda dike."

Werdê Şêxo di dawiyê de wiha got: "Şehîdên me rêya dazadiyê ji me re xêz kiriye. Şehîdên me sterkên li asîmanêwelatê me ne.  Ji bo wan jî em soza şopandina xeta azadiyê didin."

Di dawiyê de endama  Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a herêma Efrînê Rûken Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tîlîliyên dayikan hatin veşartin.

(zş/bb)

ANHA