Vegera Sûriyeyê li Yekitiya Ereban li Cedeyê nehat nîqaşkirin

Di civîna şêwirê ya li bajarê Cede yê Siûdiyê hat lidarxistin de li ser gelek xalên têkildarî Sûriyeyê hat lihevkirin, lê vegera Sûriyeyê li Yekitiya Ereban nehat nîqaşkirin.

Vegera Sûriyeyê li Yekitiya Ereban li Cedeyê nehat nîqaşkirin
15 nîsan, 2023   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî vê berbangê encamnameya civîna şêwirê ya dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, Urdin, Misir û Iraqê derxist.

Li gorî ajansa Was a Siûdiyê, wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, Urdin, Misir û Iraqê di civîna şêwirê ya li bajarê Cede yê Siûdiyê de li ser gelek tedbîrên bo îstîqrara li seranserê xaka Sûriyeyê li hev kir.

Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê di civîna şêwirê de got ku şêwir û nêrînên li ser hewldanên ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê hatine nîqaşkiirin, da ku hemû pirsgirêk werin çareserkirin, yekitiya Sûriyeyê, ewlehî, îstîqrar û nasnameya wê ya erebî werin parastin.

Li gorî heman ajansê, wezîran di civînê de li ser van xalan li hev kiriye; girîngiya çareserkirina krîza mirovî, peydakirina atmosfereke guncaw ji bo gihandina alîkariyan ji tevahî herêmên Sûriyeyê re, amadekirina şert û mercên guncaw ji bo vegera penaber û koçbrên, bidawîkirina êşên wan û misogerkirina vegera bi ewle, girtina tedbîrên zêdetir ji bo îstîqara tevahî xaka Sûriyeyê.

Her wiha bal li ser girîngiya têkoşîna li dijî tevahî şêwe û rêxistinên terror, têkoşîna li dijî qaçaxkirin û bazirganiya narkotîkê, parastina serweriya Sûriyeyê bi rêya saziyên dewletê ji bo  bidawîkirina milîsên çekdar û destwerdanên derve, hat kişandin.

Di dewama encamnameyê de tê diyarkirin ku çareseriya siyasî, yekane çareseriya aloziya Sûriyeyê ye û bal tê kişandin ku rola rêveberiyê ya erebî di hewldanên bidawîkirina aloziyê de pir girîng e û ji bo serxistina van hewldanan divê şêwirên di navbera dewletên Ereban de bên zêdekirin.

Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê (2011) gelek dewletên Ereban têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re qut kirin, Yekitiya Ereban jî endamtiya Sûriyeyê taloq kir.

Hikumeta Şamê ji vê civînê hêvî dikir ku li Yekitiya Ereban vegere, nexasim ku beriya civînê wezîrê wê yê karên derve Feysel Mîqdad serdana Siûdiyê kir. Lê belê di encamnameya civînê de behsa rawestandina taloqkirina endamtiya Sûriyeyê di Yekitiyê de nayê kirin, ji berk u hîna gelek dewletên Ereban li dijî vê yekê ne.

(fr/c)