ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-04-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-04-2023
14 nîsan, 2023   23:00

-Cenazeyê şervanê YPGʹê Baran Nisêbîn ê ku duh di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê de li Qamişloyê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan tê veşartin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Êzidî bi boneya Cejna Çarşema Sor semînerekê li Hola Nivîsageha PYDʹê ya navçeya Tirbespiyê dide, saet 13:00ʹan.

- Endam û rêveberên jin ên partiyên siyasî yên Reqayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya hêzên navneteweyî têkildarî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê sererastkirina nexweşxaneya Kisra ya li gundewarê rojava yê Dêrazorê bi dawî kirin ku dê di çend rojên bê de nexweşxane bê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî şer, aloziya aborî, ambargo û qutbûna mûçeyan, gelê Yemenê bi kêfxweşî û atmosfêreke ruhanî pêşwaziya meha Remezanê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re piraniya malbatên ku li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê  de dijîn, nikarin cilan û şêraniyan bikirin. Welatiyekê diyar kir ku wan pîrozbahiya cejnê ji bîr kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nîqaşa li ser nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de didome. Sûriyeyî bi metirsî li van hevdîtinan dinêrin. Li aliyekî din jî normalîzekirina têkiliyên Ereban bi Şamê re bi lez pêk tê. Gelo ev rêveçûn çawa bi pêş dikevin û encamên wan çi ne? (BI WÊNE).

- Nivîsgeha Parastina Çandiniyê ya Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê hişyarî da cotkaran ku qimil li nav zeviyên genim belav bibe û bang li wan kir ku tedbîran bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA