‘Îran ji bo êrişa li ser Îsraîlê hevalbendên xwe kom dike’

Di raporeke rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê de hat gotin “Yek ji bihêztirîn fermandarên leşkerî yên Îranê hevalbendên xwe li seranserê Rojhilata Navîn kom kirin da ku êrişan li dijî Îsraîlê pêk bîne. Bi wê re şerê wekîlan ê di navbera Îran û Îsraîlê de derbasî qonaxeke nû bû.”

‘Îran ji bo êrişa li ser Îsraîlê hevalbendên xwe kom dike’
15 nîsan, 2023   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê çavkaniyan gotiye di çend hefteyên dawîn de fermandarê Feyleq El Quds Îsmaîl Qanî bi fermandarên li seranserê herêmê re rêzecivîn li dar xistine.

Li gorî çavkaniyan, Qanî hefteya borî li Lubnanê bû û bi fermandarên Hemas, Hizbullah, Cîhad El Îslamî re li balyozxaneya Îranê ya li Beyrûtê hevdîtin kirin. Di heman demê de, çekdarên li başûrê Lubnanê moşek avêtin Îsraîlê ku ji şerê 2006`an ê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de ev êrişa herî mezin bû.

Her wiha moşek ji aliyê Xeza û Sûriyeyê ve ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Îsraîlê jî bi bomebaranê bersiv da û got dê cihên çekdaran ên li wan herêman bike hedef. Lê belê Îsraîl bi fikar e ku êrişên nû li ser gelek eniyan pêk werin.

Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku ji ber rageşiyê wan di hefteya borî de tedbîrên xwe yên parastinê zêdetir kirine.

Piştî ku Îsraîlê li dijî Îranê û wekîlên wê li seranserê Rojhilata Navîn bi sedan êriş pêk anîn, hewldanên Qanî yên yekkirina hevalbendên Tehranê, pêşketineke xeternak di şerê veşartî yê di navbera Îran û Îsraîlê de ye.

(c)