'Divê em tev li têkoşîna tevgera azadiyê bibin'

Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Qehreman Amanos û bal kişandin ser girîngiya esasgirtina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û tevlêbûna nava têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurdistanê.

'Divê em tev li têkoşîna tevgera azadiyê bibin'
'Divê em tev li têkoşîna tevgera azadiyê bibin'
'Divê em tev li têkoşîna tevgera azadiyê bibin'
'Divê em tev li têkoşîna tevgera azadiyê bibin'
'Divê em tev li têkoşîna tevgera azadiyê bibin'
13 nîsan, 2023   12:17
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişlo sersaxî da ku malbata gerîla Elî Hisên (Qehreman Amanos) ku di 2017′an de li herêma Zapê şehîd bûbû.

Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, Kongra Star û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan berê xwe da konê sersaxiyê yê li gundê Til Hebeş ê navçeya Amûdê hatibû vedan.

Di merasîmê de, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî axivî û di şexsê şehîd Qehreman de tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û sersaxî da malbata şehîd.

Elî rola tevgera azadiya Kurdistanê di parastina Kurdan ji komkujiyan de pîroz kir û got: "Di dîrokê de, gelê Kurdistanê bi destê dijmin di gelek komkujiyan re derbas bû. Dijmin heta salên 1970′î hewl da gelê Kurd qir bike. Lê bi hatina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gel bi taybet ji qirkirin, asîmîlekirina ziman û dîroka hebûnê hatin rizgarkirin."

Elî anî ziman ku ew ê rêya şehîdan bişopînin û got: “Divê em zarokên xwe li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin, da ku tev li nava têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurdistanê bibin. Ev erka her ferdekî li Kurdistanê ye."

′BANGA RÊBER ABDULLAH OCALAN BERSIVDAN′

Endamê Meclisa navçeya Amûdê Sabir Mihemed bal kişand ser fedekariyên malbatên welatparêz ên li Rojava, ji destpêk şoreşa tevgera azadiya Kurdistanê heta Şoreşa 19′ê Tîrmehê û wiha got: "Şehîd Qehreman ne şehîdê yekemîn vê malbatê ye. Heta ku malbatên welatparêz hebin, tu hêz dê nikaribin têkoşîna me têk bibin û gelê me qir bikin."

Mihemed wiha domand: "Di destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê de, Rêber Abdullah Ocalan li dijî êrişan banga serferberiyê kir. Şehîd Qehreman jî ji wan ciwanan bû yên ku banga Rêbertî bersivandine û tev li şoreşê bûne, herî dawî jî li çiyayên Kurdistanê tev li karwanên nemiran bû."

Endama rêveber a Kongra Star a Amûdê Celîle Osman jî diyar kir ku ew xeta tevgera azadiyê ya jin û şehîdên jin bernadin.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Selehedîn Ehmed jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gelên herêmê û wiha dom kir: "Ne sivîl, ne leşker û heta mizgeft ji êrişên dewleta Tirk a dagirker nefilitîn."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Qehreman Amanos hate xwendin û radestî malbatê kirin.

(fr/c)

ANHA