Desteya Çandiniyê zirarên baranê tomar dike

Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê gerînendetiyên xwe yên çandiniyê erkdar kirin ku rûberên çandiniyê yên ji ber baranê û toliyan zirar dîtine, tomar bike.

Desteya Çandiniyê zirarên baranê tomar dike
13 nîsan, 2023   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî baranê tolî (zîpik) jî barîn. Bi wê re lehî çêbûn û zirar bi gelek çandiniyên li herêmê kir. Li navçeyên Zirgan û Dirbêsiyê yên Hesekê zirareke mezin çêbû.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê gerînendetiyên xwe yên çandiniyê yên li Zirgan û Dirbêsiyê erkdar kirin ku komîteyên keşifkirina zirarên çandiniyê ava bike û zirarên ji ber baran û toliyan tomar bike.

Li gorî komîteya berhemdanê ya giyayan a Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê, eşkêla her hebeke toliyan gihaşt 2 cm. Tolî herî zêde li herêma ji başûrê Zirganê heta bi rojhilatê Dirbêsiyê barîn.

Li gorî gerînendetiyên çandiniyê yên li Zirgan û Dirbêsiyê gundên çandiniya wan zirar dîtine; Besîs, Mesede, Torat, Aliya, Til Emîr, Til Hirmil, Xidrawî, Dekok, Kerdo, Sîhe, Hilêwe, Hesok û Dibiş in.

Desteyê diyar kir ku çandiniya ku li van gundan zirar dîtiye jî peqle, genim, ceh, gijnîş û hwd in.

Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê, tê payîn di hefteya bê de tomarkirina ziraran bi dawî bibe.

(fr)

ANHA