Hikumeta Şamê rûspiyê eşîrekê revand

Hikumeta Şamê ji gundê Um Hoş ê kantona Şehbayê rûspiyê eşîra Elbîskan tevî ajokarê erebeya wî revand.

Hikumeta Şamê rûspiyê eşîrekê revand
13 nîsan, 2023   09:03
 ŞEHBA

Hêzên hikumeta Şamê di 11`ê Nîsanê de li ser rêya Heleb-Şehbayê rûspiyê eşîra Elbîskan Miewed Feysel Şêxo (60) revand û bir Balafirgeha Kiwêris a leşkerî ya li ser rêya Heleb-Minbicê.

Hêzên hikumeta Şamê ajokarê erebeya taksî Feyad Suhyêl Mistefa ku Şêxo tê de bû, jî revand.

Çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku her du welatiyên hatine revandin, ji gundê Um Hoş ê navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ne. Sedema revandina wan heta niha nayê zanîn.

(c)

ANHA