Dayikên Qamişlo bang li xizmên xwe yên Bakur kirin…

Dayîkên li Qamişlo bang li mirovên xwe yên li Bakurê Kurdistanê kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.

Dayikên Qamişlo bang li xizmên xwe yên Bakur kirin…
11 nîsan, 2023   06:24
QAMIŞLO-HÊLÎN EYLÛL

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê ku wê 14’ê Gulanê (2023) li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk werin, ji nêz ve dişopînin. Şêniyên ku xizmên wan li Bakur hene, bang kirin ku deng bidin îradeya xwe.

 Dayîkên li Qamişlo derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

Etiyê Omer da zanîn ku hilbijartin ji bo Kurdan gelek girîng in, eger di hilbijartinan de serkeftinek bê bidestxistin, wê rê li ber aramiya tevahiya Kurdistanê jî veke, lewma pêwîste tevahî Kurd baldar bin.

Esma Mehemed jî bang li tevahiya Kurdên Bakur, bi taybet mirovên xwe kir ku dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û got: “Ez ji hemû mirovên xwe yên ku niha li Mêrdîn û li Bakurê Kurdistanê dijîn re silav û heskiriyên xwe dişînim û dibêjim bila biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin xwe.”

Celîle Mehemed jî hilbijartinên 14’ê Gulanê weke fersendek girîng nirxand û bang mirovên xwe yên Mêrdînê kir biçin ser sindoqan.

Henîfe Hesen jî anî ziman ku di hilbijartinê de her dengek xwedî girîngeyeke mezine û wiha axivî: “Encamên hilbijartinên Bakur wê bandorê li Rojava jî bikin, ji ber wê em ji nêz ve dişopînin. Kurd bi salane têkoşîn dikin da ku bigihîjin aramî û azadiyê. Îro dem hatiye ku Kurd  bibin yek û degê xwe bidin partiya xwe.”

(he/a)

ANHA