​​​​​​​Çavûşoglu dema lidarxistina civîna çaralî ya wezîran diyar kir

Wezîrêk karên derve yê Tirkiyeyê civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên Tirkiye, Sûriye, Îran û Rûsyayê diyar kir ku dê destpêka Gulana bê li Moskovê be.

​​​​​​​Çavûşoglu dema lidarxistina civîna çaralî ya wezîran diyar kir
10 nîsan, 2023   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

 Mevlût Çavûşoglu got: “Demeke berê cîgirên wezîrên karên derve ji bo lidarxistina civînekê li ser asta wezîran hewldan kir. Hefteya borî me bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re, ev mijar nîqaş kir. Çaverê ye ku ev civîn di destpêka Gulana bê de li Moskovê bê lidarxistin.”

Mevlût Çavûşoglu destnîşan kir ku civîna serokên dewletan dê di lûtkeya xebatên civîna çaralî ya wezîrên karên derve de be.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demeke berê ragihandibû ku civîna çaralî, nekêrhatî ye. Têkildarî mijarê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd gotibû: “Civîna çaralî nekêrhatî ye, tenê ji bo bidestxistina hegemonî û desthilatdariya zêde li dar dikeve.”

(şx)