​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-4-2023
10 nîsan, 2023   23:00

Dayikên gerîla û yên şervanên YPG'ê destnîşan kirin ku wan di perwerdekirina keç û xortên xwe de ya li ser çanda girêdana bi xakê û parastina wê, xwe spartiye kesayeta dayika Ewêş, her wiha wan soz dan ku têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo destnîşan kir ku asta hevgirtin û yekitiyê ya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştiyê bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan radestkirina Harûn Elbak ji dewleta Tirk re karekî bê exlaqî bi nav kir. Her wiha soz dan ku rêya têkoşînê ya şehîdan û girtiyan, bişopînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pisporên Ereb destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî balafirgeha Silêmaniyê binpêkirineke din a dewleta Tirk e. Pisporan bêdengiya cîhana erebî ya li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kir û bang li hikumetên Ereban kir ku xwedî helwesteke cidî bin. (BI WÊNE)

Desteya Şaredariyê ya kantona Efrîn û Şehbayê seatên xebitandina bîran kêm kirk u ava vexwarinê ji kantonê re peyda dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayîkên li Qamişlo bang li mirovên xwe yên li Bakurê Kurdistanê kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Heyva Sor a Kurd li şirketa Newroz a Qamişlo alîkarî li astengdaran belav dike saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo şermezarkirina êrişa li ser Silêmaniyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyeke protestoyî li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Helebê ji bo bîranîna dayîka Ewêş li hola 8`ê Adarê ya rojavayê taxa Şêxmeqsûd civînekê li dar dixe saet di 10:00`an de, li Hesekê jî di heman çarçoveyê de Kongra Star li navenda xwe semînerek li ser jiyana dayika Ewêş dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûriye-Şaxê Efrîn û Şehbayê li navenda xwe ya li gundê Wehşiye panelek bi navnîşan “Komkujiya Cindirêsê û plana tirkî ya bi îtîlafê û terorê re” li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Qamişlo cenazeyê endamê hêzên displîna leşkerî Îbrahîm Berho li Goristana Şehîdan a navçeya Sirînê oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA