Cîgirê serokê istixbarata dewleta Tirk bi El Erecî re civiya

Piştî êrişa li dijî Silêmaniyê bi 3 rojan, îro şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê Qasim El Erecî bi cîgirê serokê istixbarata dewleta Tirk Mutlu Toka re civiya.

Cîgirê serokê istixbarata dewleta Tirk bi El Erecî re civiya
10 nîsan, 2023   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj Newsê daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya şêwirmendê ewlehiya neteweyî weşand ku tê de gotiye: “Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê Qasim El Erecî li nivîsgeha xwe cîgirê serokê istixbarata dewleta Tirk Mutlu Toka û şandeya ewlehiyê ya re, pêşwazî kir.” 

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan geşedanên ewlehiyê li herêmê, dozên girêk ên têkildarî ewlehiya her du welatan û danîna nexşerêyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê di navbera her du welatan de û kontrolkirina sînoran gotubêj kirine.

Ji bo şermezarkirina êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê xelkê Silêmaniyê daketin xwepêşandanê û bang kirin ku bazirganiya bi Tirkiyeyê re were rawestandin, kelûpelên wê werin boykotkirin û gazî balyozê Tirkiye yê Bexda û Hewlêrê bê kirin. 

Her wiha bang li NY û dozên gelê Kurd û azadîxwazan kir ku rê li pêşiya Tirkiye bigirin ku van sûcan rawestîne.

(şx)