Netanyahu: Heke avêtina moşekan ji Sûriyeyê berdewam bike dê Şamê berdêleke biha bide

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîneke çapemeniyê de got: “Artêş baregehên Îranê li Sûriyeyê kirin hedef. Şam dizane ku ev tenê destpêk e.”

Netanyahu: Heke avêtina moşekan ji Sûriyeyê berdewam bike dê Şamê berdêleke biha bide
10 nîsan, 2023   18:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Benjamin Netanyahu got heke avêtina moşekan ji Sûriyeyê ber bi Îsraîlê ve berdewam bike, Şamê dê berdêleke biha bide. Her wiha diyar kir ku Îsraîl bi êrişkeke terorîst a mezin re rû bi rû ye û dê di desthilata xwe de ewlehiyê û aramiyê vegerîne.

Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku heke pêwîst bike, Til Evîv amade ye operasyonên mezin li hemû eniyan li dar bixe.

Her wiha Netanyahu eşkere kir ku Îsraîl derfetê nade ku Tevgera Hemas binesaziya xwe li Lubnanê çêbike.

Netanyahu da zanîn ku li gel gefên heyî, Yoav Gallant dê wezîrê parastinê bimîne.

(şx)