Biden dê di hilbijartinên bê de bibe namzet

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi awayekî fermî berendamtiya xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê yên sala 2024`an ragihand.

Biden dê di hilbijartinên bê de bibe namzet
10 nîsan, 2023   16:12
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî CNN ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên agahdar, eşkere kir ku serokê Amerîkayê berendamtiya xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 2024`an ragihand.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku heta niha, serokê Amerîkayê mudirê hemleya xwe, navenda wê ya sereke û heta dema pêşkêşkirina daxwaznameya berendamtiya xwe bi awayekî diyar nekiriye.

Tê bibîrxistin ku serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, berendamtiya xwe di hilbijartinên bê de ragihandibû.

(şx)