​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-4-2023
8 nîsan, 2023   23:00

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hêviyên gelê Sûriyeyê, nirxên şoreşa Sûriyeyê û veguhertina demokratîk temsîl dike. Her wiha diyar kir ku armanca normalîzekirinê, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnas û endama Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Fîda El Ebdullah diyar kir ku rêxistin û desteyên hiqûqî û mirovî erka xwe li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi cih neynin, ji ber vê yekê dewleta Tirk siyaseta xwe ya derexlaqî didomîne. Her wiha got hemû aliyên têkildarî berpirsên girankirina tecrîdê û berdewamkirina wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye malên yekqatî ji 2 hezar û 300 malbatan re peyda kirin ku di encama erdhejê de xesar dîtine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gorî rojnameyên erebî, di nêrîna Rûsya û hikumeta Şamê ya têkildarî hebûna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê de nakokî hene. Çakvnaiyên yemenî gotin, tîmeke leşkerî û ewlehî ya hevbeş a Erebistana Siûdî û Umanê wê biçe Senayê da ku bi fermandarên Hûsiyan re hevdîtinê bikin û nîşaneyên dawî yên peymana agirbestê diyar bikin.(BI WÊNE)

Koma Agirî ya navçeya Amûdê li ser pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan di sala 1989ʹan de hat avakirin. Kom bi çalakiyên xwe yên hunerî bûye mîrateyek ji çanda kurdî ya şoreşgerî û neteweyî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA