​​​​​​​Bi moşekan êriş li Colanê hat kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 3 moşek ji Sûriye ber bi Colanê ve hatine avêtin.

​​​​​​​Bi moşekan êriş li Colanê hat kirin
8 nîsan, 2023   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku 3 moşek ji Sûriyeyê ve ber bi Colanê ve hatine avêtin.

Berdevkê artêşê ragihand ku 3 moşek ji Sûriyeyê hatine avêtin, jê yek li başûrê Colanê ketiye.

Li gorî raporên îsraîlê, 2 moşek li Colanê û yek li Urdunê ketine.

(şx)