​​​​​​​Keskîn: Divê biryara KCK`ê wek mijarek girîng bê dîtin û nîqaşkirin

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku biryara bêçalaktiyê ya KCK`ê hêja ye, lê di civakê de zêde nayê nîqaşkirin û got: “Ev jî pirsgirêkek mezin e. Divê her kes vê mijarekê wek mijarek girîng bibîne.”

​​​​​​​Keskîn: Divê biryara KCK`ê wek mijarek girîng bê dîtin û nîqaşkirin
9 nîsan, 2023   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ji ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê û atmosfera hilbijartinê li Tirkiyeyê nirxandin.

 FERASETA SERDEMA NAVÎN

 Eren Keskîn bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14`ê Gulanê û got: “Ev rejîma otorîter, polîtîkayeke bi temamî li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd esas digere. Her wiha li hemberî jinan zimanekî nefretê û şideteke mezin heye. Hilbijartin dê di atmosfereke wiha de çêbibin. Ji ber vê, hilbijartinên 14'ê Gulanê pir girîng in. Civak doza demokratîkbûyînê dike. Li benda çareseriyê ye û dixwaze ji vê feraseta Serdema Navîn xelas bibe. Di serî de pirsgirêka kurd, gelek pirsgirêk hene. Civak êdî vê yekê qebûl nake."

 SENTEZA TIRK-ÎSLAMÊ

 Keskînê bal kişand ser beyannameyên hilbijartinê yên partiyan û gotinên wan û got ku hem desthilat hem jî muxalefet xwe disipêrin heman çavkaniyê û wiha dom kir: "Xwe disipêrin senteza Tirk-Îslamê. A rast di navbera Tifaqa Miletê û Tifaqa Cumhûrê de ferqeke pir mezin tune ye. Pirsgirêkên sereke yên vê erdnîgariyê hene. Pirsgirêka kurd, Qirkirina 1915'an û pirsgirêka Qibrisê û hwd. hene. Mesela, dê Tifaqa Miletê ji bo meseleya kurd polîtîkayeke çareseriyê ya çawa esas bigire. Dê ew û tevgera azadiyê ya kurd çareseriyeke çawa pêk bînin? Mesela, dê ji bo tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê çi bikin?"

 DIVÊ BÎRDOZIYA FERMÎ BÊ REXNEKIRIN

 Keskînê destnîşan kir ku Tifaqa Miletê naveroka sozên xwe yên hilbijartinê tije nekiriye. Keskînê "pêvajoya diyalogê" ya di sala 2014'an de bibîr xist û got: "Ger li vê erdnîgariyê behsa demokrasiyê bê kirin û helwesteke demokrat bê nîşandan, pêşî divê ev bîrdoziya fermî bê rexnekirin. Ger hatine cem hev a Tifaqa Miletê û Partiya Çepên Kesk hin partiyên maseya şeşnig nerihet bike, ev tê wateya ku di nava wan de ferqeke mezin tune ye. Helbet hilbijêrên demokrat ên kurd ji Tifaqa Miletê li benda helwesteke cuda ne."

 TIFAQA MILETÊ PÊBAWERIYÊ NADE DER

 Keskînê diyar kir ku Tifaqa Miletê pêbaweriyê nade der û got ku Partiya ÎYÎ'yê ku netewperestiyê esas digire û Partiya Saadetê ku bi dijminahiya xwe ya li hemberî jinan tê naskirin, mijarine divê mirov li ser wan bifikire. Keskînê got: "Ger di Serokkomariyê de guherînek çêbibeî dê civak bi awayekî qismî rihet bibe. LÊ bi rastî jî kes bawer nake ku dê demokratîkbûyînek çêbibe. Baweriya mirov pê nayê ku dê her kes karibe gotina xw ebibêje û polîtîkayên ji bo çareserkirina meseleya kurdî têkevin dewrê. Lewma bi ya min dê piraniya civakê pitşgiriya Kemal Kiliçdaroglû bike. Lê wê vê bi hêviyeke mezin nekin."

 BIRYARA KCK'Ê

 Keskînê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî ya KCK'ê ku heya hilbijartinê taloq kiribû bibîr xist û got ku ev biryareke hêja ye. Keskînê got: "Em tim aştiyê diparêzin. Helwesta me ya ji bo bêdengkirina çekan û agirbestê zelal e. Lê di civakê de nenîqaşkirina vê biryarê pirsgirêkeke mezin e. Divê her kes vê weke mijareke girîng bibîne." 

(c)