​​​​​​​YNK: Êrişa li Silêmaniyê wek ketina artêşa dagirker a li nava xaka Başûr e

YNKʹê êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û got “Ev êriş planeke îstixbaratî û sîxurî ya biyanî û navxweyî ye ku ji berê ve hatiye plankirin û wek ketina artêşa dagirker a li nava xaka Herêma Kurdistanê ye.”

​​​​​​​YNK: Êrişa li Silêmaniyê wek ketina artêşa dagirker a li nava xaka Başûr e
8 nîsan, 2023   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) der barê êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrişa li ser balafirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê planeke pêşwext e ji bo îstixbarat û sîxuriya derve û navxweyî ku wek anîna artêşa dagirker bo Herêma Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em vê êrişê bi tundî şermezar dikin, em li bendê bûn ku rayedarên peywendîdar li şûna ku vî sûcî rewa bikin, tedbîran bigirin, lêkolîn bikin û şermezar bikin.

Lê wek karên xwe yên berê, ew hindikahiyeke xwebexş di nava PDK’ê de ne ku peywendî jêr bi jêr û taybet hene, dibin şopandker û saziyên hikumetê ji bo karên îstixbaratî yên dewletan bi kar tînin û asayîşa Herêma Kurdistanê û parêzgeha Silêmaniyê têk didin.

Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê her tim baweriya xwe bi yekrêziya gelê Kurd û aliyên siyasî hebûye. Her wek armanc bû li ser asta beşên din ên Kurdistanê, hevkarî û hemahengî û peywendiyên dostane hebin, li ser bingeha parastina berjewendiyên neteweyî, hevkarî û  hemahengî her wek destdirêjî û êrişkirina li ser her navçe û parêzgeheke herêmê bi sûc tê zanîn û tê şermezarkirin. Ji ber ku di çarçoveya nêrîna xwe ya nîştimanî de, tevahiya Herêma Kurdistanê pîroz dibîne û ji bo vê yekê jî bê westan têkoşîn kiriye û xwîn rijandiye. Şerm e bo dijminên Kurdan û hevalên wan."