Bertekên li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser Balafirgeha Silêmaniyê

Gelek hêzên siyasî yên iraqî û Kurd êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar kir.

Bertekên li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser Balafirgeha Silêmaniyê
8 nîsan, 2023   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Hevbendiya Fetih Hadî El Amirî êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û got: "Em bi tundî êrişa nerewa ya li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin. Ew êriş binpêkirina serweriya Iraqê ye û divê bi tu hincetî li ser wê êrişê bê deng nebin."

Her wiha bloka YNK′ê ya di Meclisa Nûneran a Iraqê de têkildarî êrişa li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê daxuyaniyek da û got ew bi tundî êrişê şermezar dikin. YNK′ê bang li Meclisa Nûneran û hikumeta Iraqê kir ku li ser van binpêkirinan bê deng nemînin.

Cîgirê yekemîn ê serokê Meclisa Nûneran Muhsin El Mendelawî bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û got: "Em bi tundî êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê û hewla xizmetkirina biyaniyan û tevlihevkirina ewlehiya Silêmaniyê şermezar dikin.”

Tevgera Babiliyûn jî êrişa li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi hewldana xerabkirina ewlehî û îstîqrarê bi nav kir û got: "Em bi tundî vê êrişê şermezar dikin. Em her karekî derveyî qanûn û vîna gel ku ewlehî û îstîqrara li Silêmaniyê û welatê me dike hedef, bi fikar in."

Seroka Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq der barê êrişa li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de wiha ragihand: “Wek çawa hemû êrişên ji beriya niha li ser Balefirgeha Hewlêrê hatin kirin ne rewa bûn, tu hincetek ji bo êrişa ne rewa ya ser Balefirgeha sivîl ya Silêmaniyê jî nîn e. Hikumet mecbûr e li hemû bajarên Herêma Kurdistanê bi heman pîvanan tev bigere. Vê êrişê û her kesê ku vê êrişê rewa dibîne, şermezar dikin.”

Berpirsê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar kir û got: "Cihekî nêzî sînorê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bi hewayî hate êrişkirin, lê tu windahî û ziyan çênebûn. Li ser navê parêzgeha Silêmaniyê em vê êrişê şermezar dikin û em li dijî vê tevliheviya ewlehî û îstîqrarê ne."

Cîgirê Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî jî ragihand ku bi tundî êrişa ser Balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin û wiha got: “Hedefgirtina balefirgeheke sivîl ne tenê binpêkirina serweriya Iraqê ye, bilindbûnek metirsîdar li ser jiyana welatiyên Kurd e. Cotyar Adil ne berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, tenê di hikumetê de nûnertiya hizbekê dike. Ji ber wê nikare li ser navê hemû hikûmetê gotinan bike û daxuyaniya wî şermezar dikin.”

Serokê Tevgera Hikmet a Niştimanî Ammar El Hekîm: jî di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe li hember hin tevgerên ku wî bi armanca leşkerî li parêzgeha Silêmaniyê bi nav kir û jiyana û ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê nîşan da û wiha got: "Em dilgiraniya xwe li hember hin tevgerên leşkerî yên ku li ser parêzgeha Silêmaniyê dikin armanc ku jiyan û ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê. Ji vir ve em bang li rayedarên pêwendîdar dikin ku lêkolînan temam bikin û bi lez rewşa qezaya balafirxaneya Silêmaniyê eşkere bikin.”

(fr)