​​​​​​​Iraq: Divê hikumeta Tirkiyeyê bi fermî lêborînê bixwaze

Serokkomariya Iraqê êrişa dewleta Tirk a li djî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û bang li hikumeta Tirkiyeyê kir ku lêborîneke fermî bixwaze.

​​​​​​​Iraq: Divê hikumeta Tirkiyeyê bi fermî lêborînê bixwaze
8 nîsan, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê WAÎ’yê, di daxuyaniya Serokkomariya Iraqê de hat gotin: “Karên leşkerî yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê û herî dawî hedefgirtina Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, dubare dibin. Em van zêdegaviyên li djiî Iraqê û serweriya Iraqê şermezar dikin. Em destnîşan dikin ku tu sedemeke qanûnî ku bihêle hêzên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna hêzên dijberî wî li axa Iraqê tirsandina sivîlên ewle bidomîne, tune ye.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li hikumeta Tirk hat kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabe, ji ber van kiryaran lêborîneke fermî pêşkêş bike û pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi rêya diyaloga bi aliyên têkildar re çareser bike û ev hişyarî hat kirin: “Heke zêdegaviyên wiha dubare bibin, dê helwesteke tund bê girtin da ku di siberojê de dubare nebin.”

(c)