​​​​​​​Rojeva Navenda NÛÇEYAN A 07-04-2023

​​​​​​​Rojeva Navenda NÛÇEYAN A 07-04-2023
6 nîsan, 2023   23:00

-Pergalên dewletên dagirkerên Kurdistanê cuda ne lê hişmendiya ku ji bo qirkirina fîzîkî û çandî ya Kurdan tundiyê bi kar tîne, yek e. Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan dubare dibe û li dû xwe komkujî û çîrokên trajîk dihêle. Ew yek li Kurdistanê hewldana tunekirina rastiyeke dîrokî ye. (BI WÊNE).

-Di demên dawiyê de Çînê tevgerên xwe li Rojhilata Navîn zêde kirin ji bo ku hegemonyaya xwe ya aborî û siyasî berfirehtir bike. Vê carê bi rêya lîstina rola navbeynkariyê di navbera hêzên cuda de. Çînê lawaziya rêveberiya Joe Biden di hin cihan de bi kar anî. Gelo Pekîn dê bikare rola Washingtonê li Rojhilata Navîn tune bike? (BI WÊNE).

- Pêvajoya 12 salan a piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê gelek tişt ji Sûriyeyê birin. Têkiliyên bi welatên Ereban re xirab bûn. Bi êrişên çeteyên DAIŞ'ê û komên çete yên îslamî yên radîkal re veguherî qada şer. Tirkiye wek hêza herî mezin a hilweşîner a şer kete dewreyê û komên çete yên bi navê eniya dijberiya Esad, li hev civandin. Bi navê 'perwerde bike û bi çek bike' de hêzek afirand, piştre bi patroniya hemû rêxistinên çete re dest bi şerê wesayetê kir. Li ser bingeha berfirehbûnê bi siyaseta xwe ya 'antî-Kurd' çav berda xaka Sûriyeyê. Piştre bi hêza xwe ya artêşê dest bi dagirkirina herêman kir û wek hêzeke dagirker tê de ma. (BI WÊNE).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîdê QSDʹê Cemîl Şêx Hindî (Cemîl Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr vedişêrin, saet 13:00ʹan. (BI WÊNE).

- Di 14’ê Gulanê de dê navê serokkomarê 13′yemîn ê Tirkiyeyê eşkere bibe. Gelo dê Erdogan bi ser bikeve yan namzetê opozîsyonê Kemal Kiliçdaroglu? (BI WÊNE).

- Apê Ebdulkerîm ji piştî erdhejê ve, bi rêbazê xwe alîkariya şêniyên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê dike. (BI WÊNE).

-Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê turnuveya tenisê li hola Şehîd Mesûd a bajarê Kobanê li dar dixe, saet saet 14:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan meşekê û şahiyekê li Dêrikê li dar dixe, saet 20:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA