​​​​​​​Ji konferansa Şengalê peyama têkoşîna li dijî xiyanet û sîxurtiyê

Di yekemîn konferansa Asayîşa Êzîdxanê de, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser piştgirî û hevgirtina xwe ya bi hêzên parastinê re diyar kirin û peyamên têkoşînê li dijî xeta xiyanet û sîxurtiyê dan.

​​​​​​​Ji konferansa Şengalê peyama têkoşîna li dijî xiyanet û sîxurtiyê
6 nîsan, 2023   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekemîn konferansa Asayîşa Êzîdxanê ku bi dirûşma ‘Mîsogeriya Xweseriya Şengalê Ji Xurtkirina Asayîşa Êzîdxanê re Derbas dibe’ tê lidarxistin, bi peyamên têkoşîna li dijî Peymana 9’ê Cotmehê, mezinkirina hêza Asayîşa Êzîdxanê û mîsogerkirina Şengala xweser û azad, têkoşîna li dijî xeta xiyanetê û sîxurtiyê bi dawî bû.

Di konferansê de, rapora Asayîşa Êzîdxanê hate xwendin. Di raporê de rewşa siyasî û leşkerî hate nirxandin. Her wiha kar û xebatên Asayîşa Êzîdxanê hate parvekirin.

Li ser navê fermandariya YBŞ-YJŞ’ê Hêza Şengalî diyar kir ku ev konferans bi keda sedan şehîdan tê lidarxistin û got: “Ev konferans wê bibe wesîleya parastina civaka Êzidî ya pêşerojê. Ji bo civaka Êzidî, parastin mijara herî esasî ye. Ji 2016’an heya niha Asayîşa Êzîdxanê bi berdêlên giran xwedî li erka xwe derket. Civaka Êzidî li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan xwe ji tinebûnê ava kir. Em bawer dikin ku li ser vê fikrê em ê deskeftiyên mezin bidest bixin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî axivî û balê kişand ser plan û siyasetên qirkirinê ku li ser Şengalê têne meşandin. Suham Şengalî destnîşan kir ku civakek ne xwedî hêza parastinê be, nikare hebûna xwe ya fîzîkî û çandî biparêze û wiha berdewam kir: “Li dijî îxaneta PDK’ê, Asayîşa Êzîdxanê şehîd dan. Hêza Asayîşa Êzîdxanê dikare parastina civaka xwe bike, bersiva êrişan bide. Dixwazin civaka Êzidî bê parastin bihêlin, Asayîşa Êzîdxanê xwe li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan xurt dike. Em ê jî heya dawiyê li pişt hêza xwe ya parastinê bin. Hemû cîhan jî bi ser me de werin, wê nikaribin me têk bibin.”

Li ser navê Yekitîya Ciwanên Êzîdxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê jî Sara Şengalî axivî û wiha got: “Civaka Êzidî di dîrokê de her dem li ber xwe daye, lê ti carî hêzeke parastina cewherî ava nekiriye. Niha, li ser fikrê Rêber Ocalan ev hêz ava bûye. Di vê demê de gelek plan û siyaset li ser civaka me tê meşandin, ji ber wê ev konferans xwedî girîngî û wate ye. Weke ciwanên Êzidî jî emê heya dawiyê hêza xwe ya parastinê mezin bikin. Ev konferans bersiveke xurt a li dijî dijminan e ku wê ti carî nikaribin hêza me ya parastinê bişkînin.”

Herî dawî jî Zinar Feqîr li ser navê Fermandariya Asayîşa Êzîdxanê balê kişand ser êriş û planên dawî yên li ser Şengalê û wiha axivî: “Ev konferans wê ji plan û siyaseta qirêj re bibe bersiv. Wê ev konferans nûbûn û guherînek ji bo Asayîşa Êzîdxanê jî bide destpêkirin. Dewleta Iraqê nikare sînorê xwe, civaka xwe biparêze û herkes destwerdana Iraqê dike. Dewletek ku nikaribe serokwezîrê xwe biparêze em ê çawa parastina civaka xwe teslîm bikin. Em dibêjin, eger pêwîst be ji bo ewlekariya Iraqê bi hêzên Iraqê re jî tevgerin. Tecrubeyên me li dijî terora DAIŞ’ê heye, em dikarin vê tecrubeya xwe parve bikin. Pirsgirêkên Şengalê, li Hewlêrê nayê çareser kirin.”

Zinar Feqîr her wiha bibîrxist ku hebûna civaka Êzidî û Ezdayetî bi xurtbûna hêza parastinê ve girêdayî ye û ev peyamên girîng dan: “Civaka Êzidî merheleya mirinê derbas kirine, êdî tirs nemaye. Ji bo xeta xiyanetê û tora sîxuran jî, em bang li hemû gelê xwe dikin, xwedî li zarokên xwe derkevin, ciwanên me nebin ‘Dijminê Kokê’. Parastina civakê ne tenê li ser Asayîşa Êzîdxanê, YBŞ-YJŞ’ê de ye. Ev berpirsyariya hemû civakê ye. Pêwîst e civaka me alîkariya me, hevgirtina me bike da ku em rê li ber xiyanetê bigirin.ʹʹ

Piştî axaftinan, rêziknameya Asayîşa Êzîdxanê ya nû hate xwendin û hemû xalên rêziknameyê bi dengdanê hate erêkirin. Piştî rêziknameyê nêrîn, nirxandin û pêşniyarên beşdarên konferansê hatin girtin.

Di dawiya konferansê de hemû endamên rêveberiyê yên Asayîşa Êzîdxanê soza xwe nû kirin.

Konferans, bi berzkirina dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Asayîş’ bi dawî bû.