′Hêzên Tirkiyeyê îşkenceyê li mexdûrên erdhejê dikin′

Tunebûna çavdêriyê li herêmên erdhejê wêran kirine, bû sedem ku hêzên dewleta Tirk li dijî mexdûrên erdhejê tundiyê bikin.

′Hêzên Tirkiyeyê îşkenceyê li mexdûrên erdhejê dikin′
6 nîsan, 2023   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Omer Tirkmen ku yek ji mexdûrên erdheja 6’ê Sibayê ye, da zanîn ku dê polîsên dewleta Tirk kon û xwarin ji wan re li Antakyayê peyda bikirana. Lê lê şûna wê polîsan li wî daye û niha anksiyete pê re çêbûye.

Tirkmen got dewletê tiştek ji bo mexdûran nekir û bi wan re dan û standina wekî sûcdaran kir.

Di tundiya li herêmên erdhejê de ya ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ku hîna rewşa awarte lê aktîf e, bû sedem ku girtiyek jiyana xwe ji dest bide.

Sekreterê giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Pêşverû ya Serbixwe Umît Buyukdag ê ku lêpirsîn li ser binpêkirinên li herêmê kiriye û ji malpera Monitor got diyar e ku erdhejê hişt rûyê wan ê rasteqîn were eşkerekirin û bê qeyd kiryarên xwe bikin.

Li gorî Buyukdag, rewşa awarte ji bo nixumandinê ye, ji ber ku qanûn di nava berpirsên ewlehiyê de tune ye.

Human Rights Watch (HRW) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di raporeke hevbeş de ku duh belav kir, da zanîn ku wan 13 rewşên tundiyê ku polîsên Tirk li herêma erdhejê kirine, belge kirine. Her wiha penaberên sûriyeyî bûn hedefa sereke ya dijminatiyê.

Di raporê de hate destnîşankirin di dema beşdariya li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiyên wêranbûyî de û dema ew derbasî taxên li Antakyayê bûne, îşkence lê hatiye kirin. Yek ji wan rewşan li dijî 5 ciwanên Kurd ên ji Amedê bû. Wan ciwanan dema wek dilxwaz berê da Semsûrê îşkence lê kirin. Polîsan ew ji cihê lêgerîn û rizgarkirinê derxistin û li wan da.

Rêxistinên hiqûqî bi 7 penaberên sûriyeyî re civiyan. Penaberan got hêzên ewlehiyê ji wan re gotiye ′Sûriyeyê nefret′.

Li gorî Monitorê, piştî hewldana derbeya 2016′an êdî di dema girtina welatiyan de polîsan lêdana welatiyan ji xwe re kirye karek.

Li gorî malperê, ev yek herî zêde li dijî Kurd û sûriyeyiyan tê kirin. Di hefteya borî de 3 karkerên Kurd li navçeya Bodrum a Muglayê, ji hêla komekê hatin lînckirin. Li gorî yek ji mexdûran, ji ber ku wan bi kurdî diaxivî, êriş lê hate kirin. Her wiha di vê hefteyê de erebeyeke ku plakaya Amedê li ser e, komeke nîjadperest li bajarê Bursayê êriş lê kir.

Li Cindirêsê jî di 20′ê Adarê de dema welatiyên ji heman malbatê agirê Newrozê pê dixist, çeteyên dewleta Tirk ên Ehrar El Şerqiye bi çekan êrişî wan kir û 4 kes qetil kirin.

Cîgirê gerînendeyê beşa Rojhilata Navîn a HRW’ê Adam Coogle got dewleta Tirk hişt ev çekdar bi awayekî nebaş dan û standinê bi welatiyên li herêmên di bin serweriya wê de bikin û ji ceza bifilitin.

Monitorê jî diyar kir ku ji ber ku dewleta Tirk hêza dagirker e û piştgiriyê dide komên li herêmên di bin serweriya wê de yên li bakurê Sûriyeyê, ew neçar e lêpirsîna kiryarên qetilkirinê bike û berpirsên wê hesab bike.

(fr)