​​​​​​​Ciwanan rêbazên bidawîkirina xetereyên hişbirê nîşqa kirin

Li Minbicê ciwanan têkildarî xetereya madeyên hişbirê civînek li dar xist.

​​​​​​​Ciwanan rêbazên bidawîkirina xetereyên hişbirê nîşqa kirin
​​​​​​​Ciwanan rêbazên bidawîkirina xetereyên hişbirê nîşqa kirin
​​​​​​​Ciwanan rêbazên bidawîkirina xetereyên hişbirê nîşqa kirin
​​​​​​​Ciwanan rêbazên bidawîkirina xetereyên hişbirê nîşqa kirin
​​​​​​​Ciwanan rêbazên bidawîkirina xetereyên hişbirê nîşqa kirin
​​​​​​​Ciwanan rêbazên bidawîkirina xetereyên hişbirê nîşqa kirin
​​​​​​​Ciwanan rêbazên bidawîkirina xetereyên hişbirê nîşqa kirin
6 nîsan, 2023   13:49
MINBIC

Di çarçoveya pêngava ciwanan a bi navê "Bi hev re li dijî hişbirê" de, civîna duyemîn li Minbicê hat lidarxistin.

Civîn li hola Partiya Sûriya Pêşerojê ya  li Minbicê hat lidarxistin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, ciwanên Çerkez, Tirkman, ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Yekitiya Ciwan û Werzîşê û ciwanên malbatên şehîdan beşdarî komxebatê bûn.

Di civînê hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Hecî Mistefa axivî, bal kişand ser xetereyên madeyên hişbirê, bandorên wan li civakê û rêbazên ku belavkarên  madeyên hişbirê bi kar tînin.

Beşdaran jî behsa ziyanên ku hişbir dighîne mirov û ji bo bidawîkirina xetereya wê çareserî nîşan dan.

Civîn bi pêşniyaran bi dawî bû. Hevseroka Komîteya Ciwan û Werîzşê ya Minbicê Sara Îbrahîm pêşniyar xwendin. Ji pêşniyarên hatine kirin; ji tevgerên ciwanan komîteyek were avakirin da ku pêkanîna van pêşniyaran bişopîne, semînerên têkildarî hişyarkirina ji xetereyên hişbirê werin dayîn, bi rêya komînan piştgirî bi tevgerên xwendekaran re were dayîn û koordînasyoneke ciwanan were avakirin da ku xebat û enerjiya ciwanan ji bo xizmeta civakê bikin yek.

(bb)

ANHA