100 madeyên qanûna cezayên giştî hatin erêkirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 342 madeyên qanûna cezayan a giştî, 100 made erê kirin.

100 madeyên qanûna cezayên giştî hatin erêkirin
6 nîsan, 2023   13:04
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya endamên meclisê, meclisên qanûnsaz ên 7 rêveberiyên sivîl ên demokratîk û nûnerên Meclisa Edaleta Civakî li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê, civîna xwe ya 72`yan li dar xist.

Di civînê de hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê axivî û behsa girîngiya pêkanîna qanûnan kir û got: “Em îro li hev civîn da ku qanûna cezayan erê bikin ku Desteya Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşniyar kiriye. Bendên wê bi hurgilî nîqaş bikin, cihê pêwîst guhertinê çêkir. Qanûn ji 342 madeyên têkildarî cezayên giştî, sûc, kuştin, kuştina biqest, destavêtin û sûcên darayî pêk tê.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî Yasir El Silêman bendên qanûnan xwendin.

Piştî nîqaşan beşdaran ji bingeha 342 madeyan 100 made erê kirin. Çaverê ye ku di civînên bê de erêkirina bendan berdewam bike.

(şx)

ANHA