Li Derayê endamekî hikumeta Şamê hate kuştin

Li Derayê endamekî hêzên hikumeta Şamê bi guleyên kesên nenas hate kuştin.

Li Derayê endamekî hikumeta Şamê hate kuştin
6 nîsan, 2023   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mrovan a Sûriyayê (SOHR), vê sibehê li gundê Qerfa yê Derayê endamekî Polîsan yê hikumeta Şamê dema diçû cihê karê xwe, ji aliyê çekdarên nenas ve hate guleberankirin û kuştin.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka îsal ve li Derayê 128 bûyerên kuştinê bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 96 kesên ku piraniya wan welatî, endamên hêzên hikumeta Şamê, saziyên ewlehiyê û hevkarên wê ne, hatine kuştin.

(şx/c)