'Divê hesab ji xayinan bê pirsîn'

Dayîkên gerîla û Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê daxwaz kirin ku kesên gerîla Harûn Elbak radesî dewleta Tirk a dagirker kirine bên cezakirin û diyar kirin ku gerîla nûnertiya gelê Kurd dike.

'Divê hesab ji xayinan bê pirsîn'
'Divê hesab ji xayinan bê pirsîn'
'Divê hesab ji xayinan bê pirsîn'
'Divê hesab ji xayinan bê pirsîn'
6 nîsan, 2023   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayîkên gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) li Kampa Weşûkanê ya Hesekê daxuyaniyek da û radestkirina gerîla Harûn Elbak ji aliyê komeke xaniyan ve li navçeya Hezexa Şirnaxê ya Bakurê Kurdistanê şermezar kir.

Hevseroka Kampa Weşûkanî Melek Salih daxuyanî li pêşiya navenda Kongar Star xwend. Bi dehan dayîkên gerîla û şehîdan, endamên saziyên sivîl ên li kampê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de xiyaneta li dijî gerîla Selim Adiyaman (Harûn Elbak) şermezar kir.

Dayîkan got ku Harûn û hevalên wê yên gerîla nûnerên şerefa gelê Kurd in û ji bo azadiya gelên Kurdistanê tê dikoşin.

Dayîkan destnîşan kir ku dê li hember siyasetên dagirkeriya Tirk têkoşînê mezin bikin û daxwaz kir ku hesab ji xayînan bê pirsîn.

HELEB

Dayîkên gerîlayan ên li bajarê Helebê jî li pêşiya navenda Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek da. Dayîkan xiyanet û sûcê hovane yê li dijî gerîla Harûn hatiye kirin, şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê berdevka Dayîkên Şehîdan Fatima Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de xiyanet û sûcê hovane yê li dijî Harûn û gelê Kurd hat şermezarkirin û hat gotin: “Divê hesab ji xayînan bê pirsîn, ji ber ku kiryareke wiha zirarê digihîne projeya neteweya demokratîk û fikrê azad.”

KOBANÊ

Ciwanên herêma Firatê jî bi dirûşmeya “Bimire xiyaneta bijî berxwedana gerîla” derketin xwepêşandanê.

Bi dehan ciwanên herêma Firatê li pêşiya meclisa navçeya Qenayê kom bûn û heta çerxerêya gundê Qerdîne meşiyan.

Li çerxerêyê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Hîlal Xalib axivî û xiyanet şermezar kir.

Xalib diyar kir ku serkeftin dê para gerîla be ji ber ku yên dewleta Tirk a dagirker bi bin xistine, dikarin careke din wê bin bixin.

Xalib bang li Kurdan kir ku bi planên Tirkiyeyê neyên xapandin û hesab ji xayînan bê pirsîn.

Di dawiyê de beşdaran “Bimire xiyanet” berz kir.

(şx/c)

ANHA